Hewlêr (Rûdaw) - Pêlên dawî yên berf û baranê yên li Başûrê Kurdistanê dilê cotkaran xweş kir û asta ava binerd û bendavan bilind kir.
Li gorî amaran, li hinek parêzgehan baran nêzîkî 6 qatan li gorî demsala borî zêde bariyaye.
Pispor dibêjin metirsiya hişkesaliyê nema lê hişyariyê didin ku divê şêwaza hilanîna avê were guhertin.
Di bultena nûçeyan a saet 08:00an a Tora Medyayî ya Rûdawê de ku Rêbiwar Elî pêşkêş kir, rewşa avhewayê, bandora berfê ya li ser çandiniyê û rewşa ava binerd hatin gotûbêjkirin.
Mêvanên bultenê Pisporê Siyaseta Çandiniyê Dr. Luqman Muftî, Pisporê Avê Dr. Silêman Ebdullah û cotkar Ekrem Xidir Qadir bûn.
Cudahiyeke mezin di rêjeya baranê de heye
Li gorî amarên ku ji Keşnasiya Herêma Kurdistanê bi destê Tora Medyayî ya Rûdawê ketine, di navbera rêjeya barana demsala borî û ya îsal de cudahiyeke mezin heye.
• Hewlêr: Demsala borî heta vê demê 43 milîmetre bariyabû; îsal gihîştiye 212,8 milîmetreyan.
• Silêmanî: Demsala borî heta vê demê 183 milîmetre bariyabû; îsal derketiye 360,8 milîmetreyan.
• Dihok: Demsala borî heta vê demê tenê 34,1 milîmetre bariyabû; îsal gihîştiye 199,5 milîmetreyan.
• Helebce: Demsala borî heta vê demê 241,6 milîmetre bariyabû; îsal gihîştiye 304,9 milîmetreyan.
Cotkarek: Sûda vê berfê gelek e
Cotkarê ji gundê Qazîxaneyê yê Deşta Qûştepeyê Ekrem Xidir Qadir, kêfxweşiya xwe ya ji bo vê pêla baranê anî ziman û wekî "rehmeta Xwedê" bi nav kir û got:
"Îsal ji bo me saleke zêrîn e. Li navçeyên çiyayî zêdetirî 55 santîmetre û li deştan jî nêzîkî 20 santîmetreyan berf bariyaye.
Ev berf ji bo me gelekî girîng e, ji ber ku ji bo dexl û danê me wekî betaniyekê ye û ji sermaya zêde diparêze."
Li gorî gotina wî cotkarî, berf dibe sedema "kuştina mîkrob û kêzikên ziyanbexş ên nav axê" ku par ji ber germahiya zivistanê ziyan dabû berheman.
Her wiha wî ji hikûmetê xwest ku di dabînkirina derman û çareseriya "kivarkan" de alîkariya wan bike, ji ber ku şilahiya zêde dibe sedema nexweşiya kivarkan di nav genim de.
Ekremê cotkar ji Rûdawê re got, "Îsal tirsa me ya hişkesaliyê nema û bi awayekî baran bariyaye ku ax heta zêdetirî nîv metreyî şil bûye û têr av xwariye."
Wî amaje pê kir ku eger meha yek û duyan jî baran nebare, bandora wê li ser çandiniyê kêm dibe.
"Saetên sar" û bidawîhatina metirsiya hişkesaliyê
Pisporê Siyaseta Çandiniyê Dr. Luqman Muftî amaje pê kir ku ew hîn di nîvê demsala zivistanê de ne û li piraniya navçeyan nîvê wê rêjeya baranê bariyaye ku salane ji bo çandiniyê pêwîst e û anî ziman:
"Wekî mînak, pêdiviya parêzgeha Hewlêrê salane bi nêzîkî 400 heta 450 milîmetre baranê heye.
Niha ku em di nîvê zivistanê de ne, nîvê wê rêjeyê bariyaye.
Vê yekê kiriye ku metirsiya hişkesaliyê nemîne, bi taybetî hişkesaliya hîdroolojî."
Wî pisporî xaleke zanistî ya girîng derbarê darên fêkiyan eşkere kir û got:
"Ev serma û berf ji bo darên wekî fistiq û zeytûnan gelekî pêwîst e, ji ber ku pêdiviya wan daran bi 'saetên sar' heye da ku berhemeke wan a baş hebe.
Sala borî zivistan germ bû, lewma berhema zeytûn û fistiqan gelekî xerab bû lê îsal em pêşbîniya berhemeke baş dikin."
Golên çêkirî yên biçûk an bendavên mezin?
Her çi qas baran zêde be jî Pisporê Avê Dr. Silêman Ebdullah hişyariyê dide ku topografyaya Herêma Kurdistanê wisa dike ku ji bo çandiniya navxweyî sûdeke temam ji bendavên mezin nayê wergirtin û da zanîn:
"Pirsgirêka me li Herêma Kurdistanê ew e ku bendavên mezin ên wekî Dûkan û Derbendîxanê bêhtir sûda wan ji bo naverast û başûrê Îraqê heye.
Ji ber ku zeviyên me yên çandiniyê dikevin jorî bendavan û av ji bo cotkarên me nayê berdan, tenê ji bo hilberîna elektrîkê ne."
Wekî çareserî, wî pisporê avê pêşniyara guhertina stratejiya hikûmetê kir û got:
"Pêwîst e Hikûmeta Herêma Kurdistanê li hemû navçeyan girîngiyê bide çêkirina bendav û golên çêkirî yên biçûk û navîn.
Da ku ava baranê li heman navçeyê ji bo çandinî û tijîkirina ava binerd sûd jê were wergirtin, eger na beşeke zêde ya vê avê vala diçe."
Ava binerd û guherîna avhewayê
Derbarê rewşa ava binerd de, mêvan li ser wê yekê hevnêrîn bûn ku ev baran dê bandoreke erênî bike lê hîn jî bikaranîna avê ji wê rêjeyê zêdetir e ku diçe bin erdê.
Dr. Silêman amaje pê kir, guherîna avhewayê wisa kiriye ku xwezaya baranê biguhere û bibe "barana gur û kurt" ku gelek caran dibe sedema lehiyê.
Lewma çêkirina golên çêkirî rêya herî baş e ji bo kontrolkirina lehiyê û sûdweregirtina ji wê avê ji bo demsalên hişk.
Dr. Luqman jî diyar kir, çandiniya Herêma Kurdistanê bêhtir girêdayî ava binerd e û bendav kêm sûdê didinê lê eger "projeyên avdaniyê yên baş werin çêkirin, bê guman dê ji bo çandiniyê jî bi sûd be."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse