Li Koyeyê qezayeke giran: 3 mirî û 4 birîndar

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Koye Tariq Heyderî Qezayên Trafîkê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Qaymeqamê Koyeyê ragihand ku di qezayeke trafîkê ya li Deşta Koyeyê de 3 kesan canê xwe ji dest da û 4 kes jî birîndar bûn.

Qaymeqamê Koyeyê Tariq Heyderî ji Rûdawê re ragihand, demjimêr 18:00an li Deşta Koyeyê û li nêzîkî gundê Sêwesyanê, pîkapeke Toyota û otomobîlek li hev qelibîn û di encamê de mirî û birîndar çêbûn.

Li gorî gotina Tariq Heyderî, 5 kes di nava Toyotayê de bûn; 3 kesan ji wan canê xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn. Her wiha 2 kesên di pîkapê de jî birîndar bûn.

Qaymeqamê Koyeyê got: "Ew 3 kesên ku canê xwe ji dest daye xelkê Pîremegrûnê ne û rêwiyên pîkapê jî xelkê gundekî Deşta Koyeyê ne."

Navên kesên ku canê xwe ji dest daye wiha ne:

Cotyar Ehmed Mihemed, Ehmed Mihemed Hemedemîn û Sediye Mewlûd.

Qaymeqamê Koyeyê got, "Rewşa tenduristiyê ya 3 birîndaran baş e û lê rewşa yekî ji wan ne baş e û birîndar li Hewlêrê tên dermankirin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst