کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Li Bakurê Kurdistanê, cihên geştyarî ên dîrokî roj bi roj zêdetir bala geştyaran dikşînin

Li Bakurê Kurdistanê, cihên geştyarî ên dîrokî roj bi roj zêdetir bala geştyaran dikşînin

Stîl

Îsal 350 hezar geştyaran serdana Keleha Zerzevanê kirine

Salih Kevirbiri

Salih Kevirbiri

09-11-2022
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Salih Kevirbiri
Salih Kevirbiri09-11-2022

Nûçeyên Têkildar

DÊRSIM -  Suleyman Ozmenê 72 salî 6 sal in kel û pelên dîrokî kom dike
Stîl20-11-2026

DÊRSIM - Suleyman Ozmenê 72 salî 6 sal in kel û pelên dîrokî kom dike

Li Wanê Pêşangeha Navneteweyî ya Geştyariyê dest pê kir
Stîl20-11-2026

Li Wanê Pêşangeha Navneteweyî ya Geştyariyê dest pê kir

Li Dêrikê festîvala hespsiwariyê hat lidarxistin
Stîl20-10-2026

Li Dêrikê festîvala hespsiwariyê hat lidarxistin

Hewlêr (Rûdaw) - Keleha Zerzevan li Ameda Bakurê Kurdistanê, piştî dîtina Peresygeha Mithras û mohreke 3 hezar salî ya serdema Aşûriyan, zêdetir girîngî bi vê şûnwarî hat dayîn û serdana geştyaran zêde bû. Zerzevan ku 13 kîlometre dûrî navenda bajarokê Çinara Amedê ye, ji destpêka îsal ve heta niha pêşwazî li 350 hezar geştyarên navxweyî û biyanî kiriye.

Li Bakurê Kurdistanê, cihên geştyarî ên dîrokî roj bi roj zêdetir bala geştyaran dikşînin. Îsal heta niha 350 hezar geştyaran serdana Keleha Zerzevanê kirine.

Li gor amarên ku hatine belavkirin, heta niha îsal 350 hezar geştyaran serdana Kelheya Zerzevanê kirine ku dîroka wê ji bo beriya 3 hezar sal vedigere. Sala 2014ê hejmarek kenîse, rêyên vgeşartî hatine dîtin.

Tê pêşbînîkirin heta dawiya salê, hejmara geştyaran bigihe 400 hezar sal. Niha navendeke pêşwazîkirina li geştyaran li Zerzevanê tê avakirin û piştî wê yê, tê pêşbînîkirin ku hejmara geştyarên navxwe û biyanî li Zerzevanê salane bigihêje miltoyek geştyar.

Keleha Zerzevan di serdema Împeratoriyeta Romayê de wek cihekî taybet ê mana cengaweran hatiye bikaranîn. Zêdeyî 54 depo yan sarincên avê di vê kelehê de hatine dîtin. Li gor lêkolînên pispor û şarezayan, ev depo û kanalên avê yên Keleha Zêrevan 1800 sal berî niha û bi zanista herî pêşketî yaw ê serdemê û bi endazyariyeke hûr hatine çêkirin. Kanalên avê niha jî karê xwe dikin. Van taybetmendiyan wiha kiriye ku girîngiyeke zêdetir bi nûjenkirina kelehê bê dayîn û kar li gor awayê wê yê resen berdewam be.

Pirsên