Hewlêr (Rûdaw) - DEM Partiyê derbarê Fîloya Sumudê bangî raya giştî ya navneteweyî kir ku li hemberî midaxeleya Îsraîlê bertekê nîşan bidin.
Fîloya Sumudê ya Cîhanî ya alîkariyê ber bi Xezeyê ve diçû û Îsraîl ji şeva borî ve midaxeleyî fîloyê dike.
DEM Partiyê derbarê midaxeleya Îsraîlê ya li Fîloya Sumudê daxuyaniyek da.
DEM Partiyê ji raya giştî ya navneteweyî xwest ku li hemberî midaxeleya Îsraîlê nerazîbûnê nîşan bide.
Daxuyaniya DEM Partiyê wiha ye:
“Hikûmeta Netanyahu midaxeleyî Fîloya Sumudê dike ku dixwaze alîkariyên mirovî bigihîne Xezeyê û dixwaze balê bikişîne ser dagirkeriya Xezeyê, qetlîama li dijî Filistîniyan a ku digihîje asta komkujiyê.”
Nayê qebûlkirin ku Netanyahu û kabîneya wî ya şer bi piştguhxistina hiqûqa navneteweyî û mirovî midaxeleyî Fîloya Sumudê bike.
Em bangî hemû raya giştî ya navneteweyî dikin ku li hemberî van êrişan bi awayekî herî bibandor bertekê nîşan bidin.
Em li dijî vê êrişkariya desthilata Netanyahu, li gel sivîl û çalakvanên ku di Fîloya Sumudê de cih digirin in!”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse