Tel Avîv: Divê Ewropa jî dest ji rêkevtina etomiya Îranê berde

04-06-2018
RÛDAW
Ala Îsraîlê.
Ala Îsraîlê.
Nîşan Îsraîl Tel Avîv Ewropa Rêkevtina etomî Îran Ewropa Brîtanya Amerîka
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Îsraîlê ji Brîtaniya û Yekîtiya Ewropayê xwest, ku li pey Amerîka pêngavan bihavêjin û dest ji rêkevtina etomiya li gel Îranê berdin.

 

Li gorî rojnameya The Times, gelek belge derbarê beranameya etomiya Îranê û hewlên wî welatî yên ji bo bi dest xistina çekên etomî ketine destên wan.

 

Rojnameya The Times dibêje, di wan belgeyan de diyar e ku Îran ber bi amadekirina çekên etomî ve diçe, û tekez dike, heta niha nêzîkî 100 belge têkidlarî wê mijarê hatine bidestxisitn.

 

Hikûmeta Îsraîlê jî ragihand, ku bi hevkariya istixbaratên Fransa, Brîtaniya û Almanya gelek belege hatine dîtin, û ew belge hikûmeta Îranê bi amadekirina çekên etomî tawanbar dike.

 

Di heman demê de, Serokwezîrê Îsraîlê, Benjamin Netanyahu serdana Ewropayê dike û bi Şêwirmenda Almanya, Angela Merkel, Serokê Fransa, Emmanuel Macron û Serokwezîra Brîtanya Theresa May civînan li dar bixe û têde mijara Îranê û bihêzbûna wî welatî li Sûriyê gotûbêj bike.

 

Benjamin Netanyahu doh jî ragihandibû, ew dê hewl bide bi aliyên Ewropî bide bawerkirin, ku ew jî pêngavên nû yên weke Amerîkayê li hember Îranê bihavêjin, û dest ji rêkevtina etomî berdin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst