Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu gef li Îranê xwe xwar û got, “Kî êrişî me bike dê bedêla wê giran be.”
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu, di pêvajoya ku egera destwerdana leşkerî ya Amerîkayê ya li hemberî Îranê tê nîqaşkirin de peyamên tund dan birêvebiriya Tehranê.
Netanyahu got ku her êrişeke li hemberî Îsraîlê dê bibe sedema “encamên ku nayên tehemûlkirin.”
Netanyahu di axaftina xwe ya bi boneya salvegera 77emîn a damezirandina Parlamentoya Îsraîlê de tekez kir ku ew li hemberî gefên li ser ewlehiya welatê xwe amade ne.
“Dê berdêla wê giran be”
Benjamin Netanyahu amaje bi Îranê kir û got:
“Em li hemberî her cure senaryoyan hişyar in. Kî êrişî me bike, dê bedêla wê giran bide.”
Nûnerê Trump diçe Îsraîlê
Li aliyê din, di daxuyaniya Koşka Spî de hat ragihandin ku Nûnerê Taybet ê Rojhilata Navîn ê Serokê Amerîkayê Donald Trump Steve Witkoff dê sibe biçe Îsraîlê û bi Netanyahu re bicive.
Medyaya Îsraîlê ragihand ku tê payîn Witkoff bi Sererkanê Îsraîlê Eyal Zamir re jî bicive.
Hat destnîşankirin ku ziyaret di demeke ku aloziya bi Îranê re zêde bûye de pêk tê.
Nîqaşên dîplomatîk û leşkerî yên li ser egera êrişeke Amerîkayê ya li hemberî Îranê didomin û rayedarên Îsraîlî dibêjin ku welat li hemberî her cure senaryoyan amadehiyê dike.
Netanyahu berê jî anîbû ziman ku eger Îran Îsraîlê bike hedef ew dê bersiveke tund bidin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse