Lîwayên Qesamê: 15 leşkerên Îsraîlê hatin kuştin

05-02-2024
Nîşan Xeze Îsraîl Filistîn Leşker Kuştin Hemas
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Şaxa çekdarî ya Hemasê Lîwayên Qesamê ragihand ku di nava çend rojên dawî de 43 wesayît bi tevahî an jî qismî hatine îmhakirin û 15 leşkerên Îsraîlê jî hatine kuştin.

Berdevkê Lîwayên Qesamê Ebu Ubeyde derbarê bîlançoya şerê çend rojên dawiyê daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Ebu Ubeyde diyar kir ku li dijî hêzên Îsraîlê 17 êrişên bi mûşek û çekên cuda hatine kirin û 15 leşkerên Îsraîlê hatine kuştin.

Ebu Ubeyde got, 4 wesayîtên bêmirov hatin bidestxistin, 43 wesayît bi tevahî an jî qismî hatin îmhakirin, Tel Evîv û dora wê hatin mûşekbarankirin.

Li aliyên din, Îsraîlê li ser vê daxuyaniya Lîwayên Qesamê heta niha ti tiştek negotiye.

27 hezar û 365 Filistînî hatine kuştin

Hemasê di 7ê Çiriya Pêşîna 2023yan êrişî Îsraîlê kir û di vê êrişa xwe de gelek kuştin an jî dîl girtin.

Îsraîlê ragihand ku di vê êrişê de hezar û 200 Îsraîlî hatin kuştin, 5 hezar û 132 Îsraîlî jî birîndar bûn.

Artêşa Îsraîlê jî piştî vê êrişî Hemasê kir û ket navenda Xezeyê.

Li gorî çavkaniyên li Filistînê, di êrişên Îsraîlê yên li Xezeyê de 27 hezar û 365 Filistînî hatine kuştin û 66 hezar û 630 kes jî birîndar bûne.

Heman çavkanî destnîşan dikin ku di nava kuştiyan de herî kêm 12 hezar zarok û 8 hezar û 190 jin jî hene.

Herwiha bi hezaran kes di binê kavilan de ne. Carinan nexweşxane û dibistanên ku Filistînî xwe dispêrin wan jî tên hedefgirtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst