SOHR: 2 şervanên HSDyê canê xwe ji dest da

05-08-2023
Nîşan HSD Reqa DAIŞ Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – SOHRê ragihand ku li Reqayê 2 şervanên HSDyê canê xwe ji dest daye, şervanek jî birîndar bûye.

Rewangeha Sûriyeyê ya Mafên Mirovan (SOHR), da zanîn ku li parêzgeha Reqayê ya Sûriyeyê 2 şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) canê xwe ji dest daye, şervanek jî birîndar bûye.

SOHRê ragihand ku endamên DAIŞê li Reqayê li kêleka rê mayîn çandiye û dema ku wesayîta HSDyê derbas bûye mayîn bi wesayîtê de teqiyaye.

Hat ragihandin ku HSDyê piştî bûyerê li herêma teqînê dest bi lêkolîneke berfireh kiriye.

Li aliyê din HSDyê li ser bûyerê hîn ti daxuyanî nedane.

SOHRê ji destpêka 2023an heta niha li herêmên di kontrola Rêveberiya Xweser de 103 êrişên DAIŞê tomar kirine.

68 kesan canê xwe ji dest daye

SOHRê ragihand ku di van êrişên DAIŞê de 68 kesan canê xwe ji dest daye û hejmara kesên ku canê xwe ji dest daye bi vî awayî ye:

-51 şervanên HSD û Asayîşa Rojavayê Kurdistanê

-12 sivîl

-4 DAIŞî

-Kesekî ku nasnameya wî nehatiye eşkerekirin

Li gorî rapora SOHRê, DAIŞê li Dêrezorê 77 caran, li Reqayê 13 caran, li Helebê 3 caran û Hesekê jî 10 caran êriş kiriye.

HSDyê sala 2017an Reqa ji destê DAIŞê rizgar kiribû lê li Reqayê êriş û tevgerên DAIŞê hîn jî didomin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst