Li Xezeyê 4 leşkerên Îsraîlê hatin kuştin

06-06-2025
RÛDAW
Nîşan Îsraîl Leşker Kuştin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ragihand ku 4 leşkerên wan li Xezeyê hatine kuştin.

Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu di daxuyaniyeke nivîskî de ragihand ku 4 leşkerên Îsraîlî li Xezeyê hatine kuştin.

Netanyahu di daxuyaniya xwe de  serxweşî ji malbatên 4 leşkeran re xwest û got ku ev beşek ji şerê li dijî Hemasê û hewildanên vegerandina dîlan e.

Netanyahu tenê navê du leşkerên kuştî parve kir: Yuval Raver û Chen Grossman.

Serokwezîrê Îsraîlê got, "Çar leşkerên me jiyana xwe ji bo ewlehiya me hemûyan feda kir."

Artêşa Îsraîlê di daxuyaniya xwe de ragihand ku destûr nehatiye dayîn ku navên du leşkerên din bên eşkerekirin.

Hejmarên cuda li ser ziyanên leşkerî yên Îsraîlê yêli Xezeyê tên belavkirin.

Hin çavkanî dibêjin ku heta niha nêzîkî 430 leşker hatine kuştin lê hin çavkaniyên din dibêjin ku ev hejmar ji 860î derbas bûye.

Li gorî artêşa Îsraîlê, her çar leşker li herêma başûrê Xezeyê hatine kuştin.

Li gorî medyaya Îsraîlê, leşker di encama teqîna avahiyeke bombekirî li bajarê Xan Yûnisê de jiyana xwe ji dest daye.

Ji bilî mirina van çar leşkeran, pênc leşkerên Îsraîlî jî birîndar bûn, rewşa yek ji wan giran e.

Di nav heftiya borî de, 8 leşkerên Îsraîlî li Xezeyê hatin kuştin. Ev yek ji meha Sibata 2025an ve hejmara herî zêde ya leşkerên kuştî ye di nav hefteyekê de.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst