Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ragihand ku ew dê dawiya vê mehê bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re bicive û got, "Em ji bo qonaxa duyem amade ne."
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu û
Serokwezîrê Almanyayê Friedrich Merz çû Îsraîlê û bi Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu re civiya.
Benjamin Netanyahu û Friedrich Merz piştî hevdîtinê civîneke hevpar a çapemeniyê li dar xist.
Netanyahu diyar kir ku ew li Xezeyê gihiştine armancên xwe yên destpêkê û destnîşan kir ku armanca wan a bê bêçekkirina Hemasê ye.
Pêwendiyên bi welatên Ereb re
Netanyahu da zanîn ku ew dê dawiya vê mehê bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re hevdîtinê bike û got:
"Em bawer dikin ku bi welatên Ereb û cîranên me yên Filistînî re rêyeke aştiyê ya bikêrhatî heye."
Plana Trump
Netanyahu anî zimên ku ew ji bo qonaxa duyem a plana Trump a Xezeyê amade ne û wiha axivî:
"Ez dê dawiya mehê li ser çawaniya serkeftina qonaxa duyem axaftinên gelekî girîng bikim.
Em li ber temamkirina qonaxa yekem a plana Trump a Xezeyê ne."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse