Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu îdia kir ku ew dê Xezeyê ya ku di bin êrişên dijwar û dorpêçê de ye "îlheq nekin."
Li gorî nûçeyên medyaya Îsraîlê, Netanyahu li Ofîsa Serokwezîriyê ya li Qudsa Rojava bi komek rojnamegerên Hindistanî re civiya.
Netanyahuyê ku pirsên rojnamegeran bersivandin, got ku armanca wan a ji êrişên li Xezeyê "tunekirina Hemasê û vegerandina hemû dîlên Îsraîlî" ye.
Netanyahu anî ziman ku Îsraîl dê "Xezeyê îlheq neke" û tekez kir ku "piştî ku em bigihîjin armancên xwe, em plan dikin ku kontrola herêmê dewrî saziyeke birêvebirinê ya demkî bikin."
Serokwezîrê Îsraîlê îdia kir, "Eger Hemas çekên xwe deyne û hemû dîlên Îsraîlî bê şert û merc berde, dibe ku êrişên li ser Xezeyê sibe jî biqedin."
Gelek wezîrên tundrew ên di kabîneya Netanyahu de dixwazin ku Filistîniyên li Xezeyê di bin navê "koça dilxwazî" de ji bo welatên din bên sirgûnkirin.
Her wiha ew wezîr daxwaza jinûveavakirina wargehên Cihûyan ên neyasayî yên ku sala 2005an li Xezeyê hatibûn valakirin, dikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse