Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Îsraîlê agirbest binpê kir û di êrişên ku birin ser Libnanê de 5 kesan canê xwe ji dest da.
Li Libnanê di êrişeke esmanî ya artêşa Îsraîlê de 5 kes mirin.
Li gorî ajansa fermî ya Libnanê NNAyê Artêşa Îsraîlê êrişî Geliyê Beqayê û gundewarê Hirmilê kiriye.
Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê ragihand ku di êrişên Îsraîlê de li gorî agahiyên destpêkê 5 kes mirine û 5 kes jî birîndar bûne.
Her wiha hat diyarkirin ku droneke artêşa Îsraîlê li bajarokê Meys el-Cebelê yê başûrê Libnanê bombeyeke deng avêtiye û di encamê de kesek birîndar bûye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse