Alî Yerlîkaya: 578 hezar Sûriyeyî vegeriyane welatê xwe

9 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Alî Yerlîkaya Tirkiye Sûriye Penaber
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya ragihand ku di nava salekê de 578 hezar Sûriyeyî vegeriyane welatê xwe.

Alî Yerlîkaya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî li gel daxuyaniyekê vîdeoyek jî belav kir ku dîmenên navendên vegerê tê de cih digirin.

Yerlîkaya diyar kir ku pêvajo bi hesasiyet û hûrgilî tê birêvebirin û got:

"Wekî doh, di pêvajoya vegera bidilxwazî de jî em li cem birayên xwe yên Sûriyeyî ne."

"Veger bi awayekî ewle tê kirin"

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê eşkere kir ku di nava salekê de 578 hezar Sûriyeyî vegeriyane welatê xwe û destnîşan kir ku veger "bi awayekî bi dilxwazî, ewle, bi rûmet û rêkûpêk" pêk tê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst