Hewlêr (Rûdaw) - Piştî zêdetirî 8 mehan ji "Şerê 12 Rojan" ku tê de hinek fermandarên bilind ên Îranê hatin kuştin, şerê îsal bi kuştina Rêberê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xaminêyî dest pê kir.
Vê yekê jî hişt ku ziyanên canî û aborî li gorî sala borî çend qat zêdetir bibin û cîhanê bixe nav krîzeke kûr a enerjiyê.
Operasyona leşkerî ya îsal ku bi êrişeke hevpar a tund a Washington û Tel Evîvê dest pê kir, di çend demjimêrên yekem de guherîneke temamî di hevkêşeya desthilatê ya Îranê de çêkir.
Rêberê Bilind ê Komara Îslamî Elî Xaminêyî di encama "bombebaraneke hûr" de, hat kuştin û piştre jî kurê wî Mucteba Xaminêyî li şûna wî dest bi kar kir.
Fermandariya hêzên hevpar heta niha zêdetirî 5 hezar êrişên asmanî birine ser baregehên leşkerî, jêrxana Supaya Pasdaran û saziyên mûşekan.
Ev jî bûye sedem ku Tehran bi nêzîkî 30 pêlên mûşek û dronan bersivê bide û bajarên Îsraîlê û baregehên leşkerî yên Amerîkayê yên li Qeter, Kuweyt, Behryn, Erebistana Siûdî, Îraq, Herêma Kurdistanê û Îmaratê bike armanc.
Tundbûna şer tenê di nav axa Îranê de nema, Libnan jî vegirt û Îsraîlê êrişeke tund bir ser pêgehên Hizbulahê, ev jî bû sedema kuştina bi sedan kesan li wî welatî.
Ev şerê berfireh ê îsal, di rastiyê de temamkerê wê pevçûna demkurt e ku di Hezîrana 2025an de rû da û wekî "Şerê 12 Rojan" hat naskirin.
Wê demê, Îsraîlê 13ê Hezîranê operasyon bi beşdariya 200 balafirên şer dest pê kir.
Ew şer wekî yekemîn rûbirûbûna rasterast a her du aliyan dihat hejmartin, piştî bi dehan salên şerê wekaletê ku tê de fermandarên bilind ên wekî Husên Selamî û Mihemed Baqirî hatin kuştin.
Wê demê Amerîkayê bi balafira "B-2 Spirit" û bombeya giran a "Qelaşkên" beşdar bû lê şer piştî 12 rojan û bi navbeynkariya Trump bi dawî bû bêyî ku pirsgirêk ji bingehê ve bên çareserkirin.
Niha aboriya cîhanê ketiye jêr bandora krîzeke kûr.
Bihayê petrola xav gelekî bilind bûye, ew jî piştî ku Îranê Tengava Hurmizê girt û gefa şerekî demdirêj dixwe.
Her çi qasî hêza deryayî ya Amerîkayê hewl dide keştiyên petrolhilgir biparêze jî lê rawestana tevgera bazarganiyê ya li Kendavê tirsake mezin li cem welatên cîhanê çêkiriye.
Cudahiyên her du şeran
Di demekê de ku şerê 12 rojî yê sala borî wekî yekemîn rûbirûbûna rasterast dihat hejmartin û tê de hezar û 190 kesan li Îranê mirin, şerê niha tenê di 12 rojên xwe yên yekem de ew hejmar derbas kiriye û gihiştiye hezar û 245 kuştiyên sivîl.
Ev jî nîşaneya wê yekê ye ku tundiya êrişên asmanî yên îsal ji sala borî gelekî zêdetir e.
Ji aliyê zererên leşkerî ve, şerê 2025an derbeyeke kujer bû ji bo fermandaran û tê de 30 general û 11 zanyarên atomê yên wekî Husên Selamî û Mihemed Baqirî hatin kuştin.
Lê di demjimêrên destpêkê yên şerê 2026an de, Rêberê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xaminêyî hat kuştin ku ev mezintirîn ziyana siyasî û sembolîk e ku ji roja avabûna wê ve gihiştibe Tehranê.
Di eniya Amerîka û Îsraîlê de jî guhertin di cureya ziyanan de çêbûye.
Di şerê 12 rojan de 33 kuştiyên Îsraîlê hebûn û ti ziyaneke canî ya Amerîkayê nebû lê di vî şerê niha de 10 kuştiyên Îsraîlê hene û Amerîkayê jî 7 leşkerên xwe ji dest dane, ev jî nîşaneya wê yekê ye ku Tehranê îsal bi awayekî bibandortir li baregehên Amerîkayê yên li welatên Kendavê xistiye.
Ji aliyê aborî ve, şerê 2025an tenê bû sedema paşveçûna du salî ya bernameya atomê ya Îranê û ziyana 1,5 milyar dolaran a Îsraîlê.
Lê şerê 2026an cîhan xistiye ber krîzeke mezintir, çimkî bihayê petrolê ji 90 dolarî bû 120 dolar û Tengava Hurmizê jî bi temamî girtî ye.
Ziyanên leşkerî di sala 2025an de zêdetir li ser bejahî û sîstemên parastinê bûn.
Wê demê Îranê sêyeka platformên avêtina mûşekan û 70 sîstemên parastina asmanî ji dest dan.
Lê di şerê 2026an de şer çû nav deryayê û Tehranê herî kêm 30 keştiyên şer û jêrderyayek ji dest dan.
Her wiha asta bikaranîna çekan jî guheriye.
Eger sala borî Îsraîlê bi 200 balafiran êriş kiribe, îsal Amerîka û Îsraîlê bi hev re zêdetirî 5 hezar êriş kirine.
Ev yek jî bûye sedem ku li welatên cîran ên wekî Libnanê hejmara kuştiya zêdetir bibe.
Par 400 kes hatin kuştin lê îsal zêdetirî 570 kesî hatine kuştin.
Şerê 12 Rojan
Kuştina 30 general û 11 zanyarên atomî
Yên herî diyar: Husên Selamî, Fermandarê Supaya Pasdaran û Mihemed Baqirî, Serokerkanê Artêşê
Şerê niha
Kuştina Rêberê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xaminêyî
Destbikarûna Mucteba Xaminêyî wekî rêberê nû
Ziyanên mirovî
Şerê 12 Rojan
Îran: 1190 kuştî
Îsraîl: 33 kuştî
Amerîka: 0 kuştî
Şerê niha
Îran: 1245 kuştî
Îsraîl: 10 kuştî
Amerîka: 7 leşker
Stratejiya leşkerî
Şerê 12 Rojan
Armanckirina platformên mûşekan û sîstema parastinê
Beşdariya 200 balafirên Îsraîlî û bikaranîna bombeya 'Qelaşkên' a Amerîkayê
Bihayê petrolê li derdora 90 dolarî bû
1,5 milyar dolar ziyan gihişt jêrxana Îsraîlê
400 kuştî li Libnanê
Şerê niha
Zêdetirî 5000 êrişên hevpar ên Amerîka û Îsraîlê
Têkbirina herî kêm 30 keştî û jêrderyayeke Îranê
Girtina Tengava Hurmuzê û rawestana bazirganiya cîhanî
Bihayê petrolê gihişt 120 dolarî
570 kuştî li Libnanê
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse