Serokê Husiyan gef li Amerîkayê xwar: Dê berdêla êrişan bidin

12-01-2024
Nîşan Serokê Husiyên Yemenê Evdilmelîk Husî Êriş Amerîka Brîtanya Yemen
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Husiyên Yemenê Evdilmelîk Husî got, “Êrişên amerîkayê bê bersiv namînin.”

Brîtanya û Amerîkayê şeva borî êrişî Sanaya paytexta Yemenê û bajarê Hudeydeyê kir.

Serokê Amerîkayê Joe Biden ragihand ku ev êriş bi fermana wî hatiye kirin û ji êrişên Husiyan ên li Deryaya Sor re bersivek e.

Serokê Husiyên Yemenê Evdilmelîk Husî piştî van êrişan ji televîzyona "Al Masirah"ê ya Husiyan re axivî û gef li Amerîkayê xwar.

Evdilmelîk Husî da zanîn ku dê êrişên Amerîkayê bê bersiv nemînin û got:

“Kî bixwaze êrişî gelê me bike dikeve şerekî leşkerî yê ku dê berdêla wî bide. Bêhna me fereh e, ew hêza gelê me heye ku şerên mezin û dûvdirêj bike.”

Joe Biden diyar kiribû ku Awistralya, Behreyn, Kanada û Holendayê jî di van êrişan de piştgirî daye Brîtanya û Amerîkayê.

“Bi ya Amerîkayê mekin”

Evdilmelîk Husî, Brîtanya û Amerîka bi vê yekê tohmetbar kirin ku welatên din tevî şer dikin û bangî welatên Asya û Ewropayê kir, “Bi ya Amerîkayê mekin.”

Piştî êrişên Îsraîlê yên li Xezeyê Husiyên Yemenê yên ku Îran piştgiriyê dide wan, li Deryaya Sor êrişî keştiyên bazirganiyê dikin.

Piştî van êrişên Husiyan bazirganiya bi vê rêye kêm bû û rêjeya bazirganiya bi rêya Deryaya Sor meha borî ji sedî 20 daket.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst