Tevgera Amerîkayê zêde bû û B-52 li asman in

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Amerîka Îran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Balafirên şer ên Amerîkayê li Baregeha Esmanî ya El-Udeidê ya li Qeterê ku tenê 200-300 kîlometreyan dûrî sînorê Îranê ye, liv û tevgera xwe zêde kirin.

Ev amadebaşiya leşkerî hevdem e li gel hişyariya "tehliyeya bilez" a ku hikûmeta Amerîkayê ji bo welatiyên xwe yên li Îranê weşandiye.

Li gorî raporên medyaya Îsraîlê, şeva yekşemê (11ê Kanûna Paşîn a 2026an) ji Baregeha Esmanî ya El-Udeidê gelek balafirên şer ên Amerîkayê rabûne.

Hat ragihandin ku di nav wan balafiran de balafirên sotemeniyê yên KC-135 û balafirên bombebaranê yên stratejîk ên B-52 hene ku xwedî kapasîteyeke mezin a hilgirtina çekan in.

Baregeha El-Udeidê ku nêzîkî 35 kîlometreyan li başûrê rojavayê Dohayê ye, mazûvaniya zêdetirî 10 hezar leşkerên Amerîkayê dike.

Ev baregeh ku yek ji navendên herî mezin ên leşkerî yên Amerîkayê ye li herêmê, bi pisteya xwe ya 4 hezar û 500 metreyî derfetê dide balafirên giran ên wekî B-52yan ku operasyonan bikin.

Koşka Spî: Em ji bikaranîna hêzê natirsin

Berdevka Koşka Spî Karoline Leavittê duşemê daxuyanî da û tekezî li ser wê yekê kir ku hîn jî dîplomasî bijardeya pêşîn a Amerîkayê ye.

Lêbelê Leavittê diyar kir ku îdareya Trump dema hewce bike dê ji bikaranîna hêza leşkerî dudil nebe.

Leavittê ji Fox Newsê re axivî û got, "Serok Trump her tim dibêje ku dîplomasî bijardeya yekem e lê eger hewce bike ew ji bikaranîna şiyana artêşa Amerîkayê û hêza wê ya kujende natirse."

Berdevka Koşka Spî nexwest hûrgiliyên derbarê biryarên operasyonel bide got:

"Tenê Serok Trump bi xwe dizane dê çi bike; loma divê cîhan li bendê be û tenê texmînan bike."

Amerîkayê hişyarî da welatiyên xwe

Dema ku liv û tevgera leşkerî berdewam dikir, Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ji bo welatiyên xwe yên li Îranê hişyariya asta herî bilind weşand.

Wezaretê ji welatiyên xwe xwest ku "yekser" ji Îranê derkevin.

Di hişyariyê de hat destnîşankirin ku divê welatî planên xwe yên derketinê bi xwe amade bikin û ji bo tehliyeyê baweriya xwe bi alîkariya hikûmeta Amerîkayê neynin.

Her wiha hat pêşniyarkirin ku kesên nikarin ji welat derkevin li cihên ewle bimînin; av, xwarin û dermanên xwe yên sereke stok bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst