Hewlêr (Rûdaw)- Îsraîlê destê sibehê nêzîkî saet 03:1an bi mûşekan tesîsên nukleerî û baregehên leşkerî yên Îranê bombebaran kirin.
Êrişa Îsraîlê bû sedema karvedanên herêmî û navneteweyî. Japonya Erebistana Siûdî bi tundî êriş şermezar kirin.
Li aliyê din Neteweyên Yekbûyî û welatên rojavayî bi kûrahî dilgiraniya xwe nîşan dan û banga parastina aramî û xweragirtinê li her du aliyan kir.
Her wiha Çînê hişyarî da welatiyên xwe û Amerîkayl jî xwe ji bûyerê dûr digire.
Bertek û helwêst çi ne?
Erebistana Siûdî
Wezareta Karên Derve ya Erebistana Siûdî daxuyaniyek belav kir û êriş bi tundî şermezar kir. Erebistana Siûdî êriş wekî destdirêjiyeke eşkere ya Îsraîlê û "binpêkirineke zelal a qanûn û bingehên navneteweyî" bi nav kir ku "serwerî û ewlehiya" Îranê dixe metirsiyê.
Japonya
Wezîrê Karên Derve yê Japonyayê Takeshi Iwaya ragihand, welatê wî "bi tundî" êrişan şermezar dike û Takeshi Iwaya ji hemû aliyan xwest ku aramiyê biparêzin û aloziyan kûrtir nekin.
Neteweyên Yekbûyî
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres jî daxuyaniyek belav kir û diyar kir ew her cure zêdebûna aloziya leşkerî li Rojhilata Navîn şermezar dike.
Guterres bang li hemû aliyan kir ku aramyiyê biparêzin û xwe ragirin.
Awistralya û Zelandaya Nû
Awistralya û Zelandaya Nû jî dilgiraniyên xwe anîn zimên. Wezîrê Karên Derve yê Awistralyayê Penny Wong got, "Em ji van aloziyan dilgiran in."
Serokwezîrê Zelandaya Nû Christopher Luxon jî êriş wekî "bûyereke gelek nexwestî" bi nav kir û amaje pê kir ku dan û standinên atomî ku niha çarenûsa wan nediyar e, "rêya herî baş a pêşveçûnê" bûn.
Çîn
Balyozxaneya Çînê ya Îranê rewş wek "zehmet û aloz" wesifand û ji welatiyên xwe xwest ku li Îsraîlê bêhtir hişyar bin û xwe ji cihên hestiyar û qelebalix dûr bigirin.
Îraq
Berdevkê Hikûmeta Îraqê Basim Ewadî ragihand ku ew bi tundtirîn şêwe êrişên leşkerî ku ji aliyê "hebûna siyonîst" ve li ser xaka Komara Îslamî ya Îranê hatine kirin, şermezar dikin.
Basim Ewadî got, “Êrişên Îsraîlê binpêkirineke zelal a prensîbên sereke yên yasayên navneteweyî û peymana Neteweyên Yekbûyî ne ku gefeke cidî li ser ewlehî û aştiya navneteweyî çêdike, bi taybetî jî ji ber ku ev êriş di dema diyalogê di navbera Amerîka û Îranê de hatine kirin.”
Tirkiye
Wezareta Karên Derve ya Tirkiyê jî ragihand ku ew êrişa asîmanî ya Îsraîlê ya dijî Îranê bi tundî şermezar dikin.
Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê derbarê êrişa asîmanî ya Îsraîlê ya li dijî Îranê da daxuyaniya nivîskî belav kir.
Rûsya
Berdevkê Kremlînê Dimîtry Peskov derbarê êrîşa Îsraîlê ya dijî Îranê got, "Rûsya ji ber girjiya di navbera Îsraîl û Îranê bi fikar e û vê êrişê şermezar dike."
Peskov anî ziman ku hertimî derbarê girjiya di navbera Îsraîl û Îranê da agahiyê dide Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û got, "Rûsya ji ber girjiya di navbera Îsraîl û Îranê bi tundî zêde dibe, bi fikar e û vê şermezar dike."
Amerîka
Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio dubare kir ku Amerîka beşdarî êrişan nebûye. Rubio got, "Karê me yê pêşîn parastina hêzên Amerîkî ye li herêmê."
Ev helwêstên navneteweyî di demekê de ne ku gerginiyên navbera Îran û Îsraîlê gihîştine asta rûbirûbûna rasterast.
Destpêkirina bersiva Îranê
Piştî êrişa berfireh a Îsraîlê ya li nav axa Îranê, Îranê jî bi mûşek û dronan êrişî Îsraîlê kir.
Berdevkê artêşa Îsraîlê ragihand ku di saetên borî de Îranê 100 dron ber bi Îsraîlê ve avêtine û ew hewl didin wan bixin.
Berdevkê artêşa Îsraîlê Avichay Adraee li ser tora civakî ya Xê li ser êrişan daxuyaniyek belav kir.
Berdevkê artêşa Îsraîlê Avichay Adraee got:
“Di çend saetên borî de Îranê zêdetirî 100 dron ber bi Îsraîlê ve şandine û hemû pergalên parastinê mijûlî xistina wan in.”
Mezinahiya êrişa Îsraîlê
Artêşa Îsraîlê ragihand ku 200 balafirên şer tevlî operasyonê bûne û zêdetirî 100 armanc dane ber êrişê. Êrişa li ser Tehranê piştî Şerê Îran-Îraqê wek mezintirîn êriş tê hesibandin.
Ziyan û gefxwarin
Di êrişan de Sererkanê Giştî yê Îranê Mihemed Baqirî, Fermandarê Giştî yê Supaya Pasdaran Husên Selamî, Fermandarê Biryargeha Navendî ya Xatemul Enbiya Xulam Elî Reşîd, Serokê Zanîngeha Azad Mihemed Mehdî Tehrançî û Serokê berê yê Rêxistina Enerjiya Atomî ya Îranê Fereydûn Ebasî hatine kuştin.
Ziyanên sivîl: Medyaya fermî ya Îranê ragihand ku herî kêm 50 kes li Tehranê birîndar bûne. Li bajarokê Qesrî Şîrînê yê Kirmaşanê jî kuştî û birîndar hene.
Gefxwarinên Îranê
Rêberê Dînî yî Îranê Elî Xamineyî û Supaya Pasdaran gefa "cezaya giran" dixwin. Wezareta Karên Derve ya Îranê û hêzên çekdar jî bi fermî Amerîka wekî hevkar û "berpirsiyar" ji encamên êrişê tawanbar dikin.
Daxistina asîman
Asîmanê Îran, Îraq, Îsraîl û Urdinê hatine daxistin. Urdin hişyarî daye ku divê asîmanê wî nebe qada şer.
Li aliyê din, piştî êrişa Îsraîlê bihayê neftê bi awayekî berbiçav bilind bûye.
Helwêsta Amerîkayê
Serokê Amerîkayê Donald Trump piştrast kir ku pêşwext agahdarî êrişê bûye, lê îdareya wî bi tundî her cure beşdariya xwe di êrişê de red kiriye.
Nakokiyên siyasî jî li Washingtonê li ser rewşê kûrtir bûne.
Donald Trump ragihand ku êrişa Îranê "çaverêkirî" bû û "ew li benda bersiva Îranê ne."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse