FLAŞ - DAIŞ: Ebû Omer hat kuştin!

13-07-2016
RÛDAW
Nîşan DAIŞ Ebû Omer El-Şîşanî
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Îdîaya derbarê kuştina fermandeyê DAIŞê Ebû Omer El-Şîşanî hat piştrastkirin, ku di wan 2 salên dawiyê de çendîn caran hatibû gotin, ku ew di êrişên li dijî wê rêxistinê de hatiye kuştin.

 

Amerîkayê pêştir ragihandibû, ku Ebû Omer El-Şîşanî roja 4ê Adar a îsal di êrişeke balafirên hevpeymanan bo ser çekdarên DAIŞê li dedora bajarokê Şedadî yê Rojavayê Kurdistanê de hatiye kuştin.

 

Ajansa Amaq a ser bi rêxistina DAIŞê di nûçeyekê de ragihand, ku Wezareta Parastinê ya wê rêxistinê kuştina Ebû Omer El-Şîşanî piştrast kir.

 

Amaq li ser hesabê xwe yê di tora civakî ya Twitterê de nûçeya kuştina El-Şîşanî weşand.

 

Pêştir çend caran Wezareta Parastina Amerîka (Pentagon), Eniya El-Nusra ku komekî çekdarî yê li Sûriyê ye û Serokê Çeçenistanê Ramazan Kadirov ragihandibûn, ku Ebû Omer El-Şîşanî hatiye kuştin, lê belê îdîayên wan bê bingeh derketibûn.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst