Têkoşîna bi DAIŞê re: Amerîkayê bîlançoya vê mehê eşkere kir

30-10-2023
RÛDAW
Nîşan DAIŞ CENTCOM Hêzên Hevpeymaniyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - CENTCOMê ragihand ku Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê di meha Çiriya Pêşîn de 15 operasyon li dijî DAIŞê pêk anîne.

Fermandariya Navendî ya Artêşa Amerîkayê (CENTCOM) li ser operasyonên xwe yên li dijî DAIŞê yên li Îraq û Sûriyeyê daxuyaniyek belav kir.

CENTCOMê di daxuyaniyê de da zanîn ku Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî û hevkarên wê ji 7ê Çiriya Pêşîn heta niha 15 operasyonên pêk anîne.

Li gorî daxuyaniyê di wan operasyonan de 2 DAIŞî hatine kuştin û 27 DAIŞî jî hatine girtin.

Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî di şerê li dijî DAIŞê de alîkariyê pêşkêşî Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û Artêşa Îraqê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) dike.

DAIŞê di sala 2014an de rûbereke berfireh ji axa Îraq û Sûriyê xistibû bin kontrola xwe.

Lê di navbera 2017-2019an de DAIŞ hatibû tasfiyekirin.

Her çiqasî herêmek di bin kontrola DAIŞê de nemabe jî car caran li Îraq û Sûriyeyê êrişan pêk tîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst