Parêzgariya Enqereyê: Zaroka Êzidî ji malbata DAIŞî hat wergirtin

27-10-2023
Nîşan DAIŞ Zarok Kurd Êzidî Enqere
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgariya Enqereyê ragihand, zaroka Kurd a Êzidî ya ku radestî malbata DAIŞî hatibû kirin careke din hatiye wergirtin.

Parêzegariyê got, “Ew zarok niha di bin parastina Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî de ye.”

Li Enqeraya paytexta Tirkiyeyê, Sibata 2021ê polîsan berpirsê DAIŞê S.O. desteser kir û zarokeke Êzidî ya ku wê demê 7 salî bû ji destê wê malbatê rizgar kir.

Zaroka Kurd a Ezidî wê demê ji bo parastinê radestî Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî hatibû kirin.

Li gorî nûçeya Arti Gerçekê, piştî berpirsê DAIŞê Sabbah Alî Oruç hat berdan zaroka Kurd a Êzidî careke din radestî malbata DAIŞî hat kirin.

Ev yek di medyaya civakî de bû sedema gelek nerazîbûnan.

Doza Sabbah Alî Oruçê DAIŞî, doh li 15emîn Dadgeha Cezaya Giran a Enqereyê hat kirin.

Sabbah Alî Oruç bi biryara dadgehê careke din hat girtin.

“Niha di bin parastinê de ye”

Parêzgariya Enqereyê li ser Sabbah Alî Oruç ragihand:

“Endamê DAIŞê Sabbah Alî Oruçê ku keça Êzidî ji Şengalê revand û xwest li ser malpera înternetê ya (dark web) bifroşe hat girtin.

Zaroka ku radestî malbata Sabbah Alî Oruç hatibû kirin careke din hat wergirtin û niha di bin parastinê de ye.”

Wezareta Xizmetên Malbat û Civakî ya Tirkiyeyê jî derbarê mijarê de ragihand:

“Welatiyê biyanî S.O. li ser îdiayên li ser medyaya civakî ji aliyê Rêveberiya Ewlehiyê ya Enqereyê ve li mala xwe hatiye girtin.

Zaroka biyanî A.S.O. jî ji bo sûda wê ji aliyê Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî ve hatiye wergirtin û di bin parastinê de ye.”

Malbata DAIŞî sala 2017an keça Kurd a Êzidî jî ligel xwe revandibû û biribû Tirkiyeyê.

Piştî ku wan sala 2021ê li ser înternetê ragihand dê keça Kurd a Êzidî bifroşin ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê ve hatibûn desteserkirin.

Berpirsê DAIŞê Sabbah Alî Oruç piştî ku demekê di girtîgehê de ma careke din hatibû berdan.

Keça Kurd a Êzidî jî piştî ku demekê di bin parastina Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî de mabû careke din radestî malbata DAIŞî hatibû tkirin.

Êrişa DAIŞê

DAIŞê 3ê Tebaxa 2014an êrişî Şengalê kir û komkujiyek kir.

Li gorî amarên Ofîsa Rizgarkirina Kurdên Êzidî, 6 hezar û 227 Kurdên Êzidî ji aliyê DAIŞê ve hatine revandin ku 3 hezar û 358 ji wan jin û 2 hezar û 869 jî mêr in.

Berpirsê Ofîsa Rizgarkirina Revandiyan Hisên Qaîdî 27ê Îlona 2023yan ragihand, “Ji 6 hezar û 227 kesên hatine revandin heta niha 3 hezar û 574 kes hatine rizgarkirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst