Hewlêr (Rûdaw) - Îsraîlê ragihand ku Rayîd Sead hatiye kuştin ku wekî yekî ji du navên herî girîng ên Lîwayên Qesamê (baskê leşkerî yê Hemasê) tê nîşandan.
Li gorî agahiyên çavkaniyên tenduristiyê yên li Xezeyê, Îsraîlê li rojavayê bajarê Xezeyê di êrişeke asmanî de “wesayîteke ku sivîl tê de bûn kir armanc.”
Di encama êrişê de 4 Filistînî hatin kuştin û gelek kes jî birîndar bûn.
Şahidên bûyerê diyar kir ku otomobîleke din a li nêzîkî wesayîta hatî hedefgirtin jî zerer dîtiye.
Ev êrişa asmanî di çarçoveya qonaxa yekem a rêkeftina agirbestê de li herêmên ku Filistînî lê dijîn û artêşa Îsraîlê berê jê vekişiyabû pêk hat.
Artêşa Îsraîlê: Me navê "kilîl" ê Hemasê kir armanc
Artêşa Îsraîlê di parvekirina li ser hesabê xwe yê Xê de diyar kir ku di êrişa li bajarê Xezeyê de berpirsekî payebilind ê Hemasê hatiye hedefgirtin.
Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku di operasyona hevpar a artêşa Îsraîlê û Servîsa Ewlehiya Navxweyî (Şîn-Bet) de yek ji navên "kilîl" ên Hemasê hatiye hedefgirtin.
Rayedarên leşkerî yên ku navên wan nehatine eşkerekirin ji çapemeniya Îsraîlê re gotin ku kesê hatiye hedefgirtin Rayîd Sead ê ji baskê leşkerî yê Hemasê ye.
Medyaya Îsraîlê ragihand ku Sead yek ji du navên herî girîng ên Lîwayên Qesamê ye.
Daxuyaniya hevpar a Netanyahu û Katz
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu û Wezîrê Parastinê Israel Katz daxuyaniyeke hevpar weşand.
Wan diyar kir ku li başûrê Xezeyê di encama teqîna teqemeniyekê de 2 leşkerên Îsraîlê birîndar bûne.
Di daxuyaniya hevpar de hat diyarkirin ku wekî bersiva vê yekê, li bajarê Xezeyê yek ji navên payebilind ên Hemasê Rayîd Sead hatiye hedefgirtin û kuştin.
Di daxuyaniyê de her wiha hat destnîşankirin ku tevî rêkeftina agirbestê ya ku 10ê Çiriya Pêşîn ketiye warê bicihanînê jî artêşa Îsraîlê dê êrişên xwe yên li ser Xezeyê bidomîne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse