Hewlêr (Rûdaw) - Di navbera Sûriyê û Lubnanê de qaçaxî zêde bûye. Bi gotina xelkê navçeyên Sûrî yên sînorî ligel Lubnanê ev sê meh dibin kiryarên derbaskirin û revandina xelkê bi qaçaxî bi serpereştiya çekdarên Hizbullahê bi girseyî tên kirin. Emmar Ebbûd welatiyê Sûrî yek ji wan kesên ku bi qaçaxî ji aliyê çekdarên Hizbullahê ve bi pereyên zêde hatiye derxistin bo navçeyên opozisyonê li Idlibê daku piştre derkeve Tirkiyê yan Ewropayê.
Emmar Ebbûd, welatiyê Sûrî dibêje, “Em karker in, ji berî şoreşê ve em diçûn Lubnanê me kar dikir û em vedigeriyn. Em li vî gundê hejar dijîn, xelk wek karker û pasevanên çewlîkan kar dikin, dema li Lubnanê kar bidest me bikeve em diçin û vedigerin. Di dema şoreşê de em bûn dijber û çûna me bo Lubnanê zêde bû zehmet. Çekdarên Hizbullahê dibû di her dem û gavê de êrîşî me bikin û wek çeteyan me bikujin. Min berê xwe da Idlibê û tevlî grûpên Facbook û qaçaxiyê bûm heta ku biçim Tirkiyê û Ewropayê. Ez çûm Terablusê lê ez bi tirs bûm, jiber ez xwestiyê leşkeriya bizorê bûm,wate eger bêm girtim dê bêm kuştin, min qaçaxçî dît û liser pereyan me lihev kir û roja din ez derketim.”
Di nav rêyên asê re yên çiyayên di navbera Lubnan û Sûriyê de û navçeyên derdora herdû xalên sînorî El-mesnea û Mecdel Encer yên ser sînorê Lubnan û Sûriyê kiryarên qaçaxî û revandina xelkê xwestî ji aliyê hêzên emnî û xwestiyên leşkeriya bizorê bi pereyên zêde tên kirin.
Ebbûd dibêje, “Piştre em ji Tertûs çûn Siqêlbiyê û me gelek rêbend dîtin, lê tişta seyr kesên li ser van rêbendan, yan xelkê navçeyê bûn û yan jî ev rêbend kirrî bûn di dema pişkinînê de, hemû otombîl bi rêz rawestiya bûn û bi hûrî dihatin pişkinînkirin. Gundê Cideydê yê Sûrî cihê kombûna qaçaxçiyan bû, di malekê de 20 kes hebûn, piraniya wan mêr bûn ligel hinek jin û zarok. Kesek hebû ne Sûrî bû dixwest derkeve. Ev cih pêgehê qaçaxçiyan bû , û Hizbullah berpirs bû. Hemû qaçaxçî Lubnanî û Elewî bûn. Me 2 hezar dolar da yê qaçaxçî, yek hezar destpêkê li Beyrûtê û hezarê din dema em bigihên Idlibê. Hizbullah û Îranî dikarin her tiştî ji Lubnanê bi qaçaxî derxînin bo navçeyên rizgarkirî beramberî her kesekî û her tiştî, ev tişt min li ser rêbendan û li ser rêyên asê dît ku ew tenê wan dinasin.”
Di Cotmeha derbasbûyî de, hêzên emnî yên hikûmeta Sûriyê li Helebê 16 koçberên Bengladêşî girtin ku ji Lubnanê hatibûn, herwiha hêzên Sûrî li Himsê 36 koçber girtin ku ji Lubnanê derbas bibûn, û bo Tirkiyê dê bihtana derxistin.
Hevdem çavkaniyên opozisyonê li Idlibê ragihandin, ku kesên bi qaçaxî ji Sûriyê bo Tirkiyê tên derxistin li bajarokê Nubbulê yê bakurê Idlibê ku li jêr destê Huizbullahê ye tên komkirin û bi 4 hezar dolarî tên derxistin.
Li gor navendên taybet li Beyrûtê, hêl û rêyên qaçaxiyê di navbera Lubnan û Sûriyê de û herwiha li Sûriyê bûne çavkaniyên serekî bo piştîvaniya darayî ya mîlîsên Hizbullaha Lubnanî. Qaçaxiya çekan, maddeyên hişbir, xwarin, sûtemenî û heta revandina tawanbar û xwestiyên hêzên emnî.
Bi gotina heman çavkaniyê salane Hizbullha Lubnanî 350 milyon dolar ji qaçaxiya ser sînorê hevbeş ê Lubnan û Sûriyê bidest dixîne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse