Hêzên Sûriyeya Demokratîk: 650 çekdar hatin kuştin

16-01-2017
RÛDAW
Nîşan HSD Reqa DAIŞ Operasyona Xezeba Firatê Cîhan Şêx Ehmed
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) datayên qonaxa dûyem a Operasyona Xezeba Firatê aşkere kir.

 

Îro duşemî 16ê Çileya 2017ê, Hêzên Sûriya Demokratîk konfranseke rojnamevanî saz kir û tê de daxuyaniya nivîskî ya Serkirdatiya Odeya Operasyona Xezeba Firatê ya derbarê pêşhat û zanyariyên herî dawîn ên operasyonê de hat xwandin.

 

Daxuyanî li gundê Hec Elî yê li beravên Çemê Firatê û ji aliyê Berdeva Odeya Operasyona Xezeba Firatê Cîhan Şêx Ehmed ve hat xwandin.

 

Di dema xwendina daxuyaniyê de, fermandeyên Hêzên Sûriyeya Demokratîk, Serokwezîrê Rêveberiya Xweser a li Kobanî Enwer Muslim, nûnerên Tevgera Civaka Demorkatîk (TEV-DEM) û serok û mezinên 27 eşîretên herêma Reqayê amade bûn.

 

Berdevaka Operasyona Xezeba Firatê Cîhan Şêx Ehmed ragihad, bi giştî ji destpêka operasyona rizgarkirina Reqayê ve heta niha, ku ji 6ê Mijdara 2016ê ve dest pê kiriye, 3,200 kîlometreyên çar goşe û 236 gund û çendîn cihên din ên stratejîk ji destê DAIŞê derxistine.

 

Cîhan Şêx Ehmed herwiha got, şervanên HSDê ji destpêka qonaxa dûyem a Operasyona Xezeba Firatê ve heta niha, ku ji 10ê Kanûna 2016ê ve dest pê kiriye, 2,480 kîlometreyên çargoşe û 196 gund û cihên stratejîk ji destê DAIŞê rizgar kirine û xistine bin kontrola xwe.

 

Cîhan Şêx Ehmed herwiha diyar kir, ku bajarê Reqayê niha ji 2 aliyên bakur û rojava ve di bin dorpêça hêzên HSDê de ye.

 

Berdevka Xezeba Firatê Cîhan Şêx Mihemed wiha got:

 

“Di vê dema han de , heya niha me 2480 kîlomtr çargoşe rizgarkirye di nav wan de 193 gund û bedhan zevî û girên sitiratîcîk , herwiha Keleya Ceber a dîrokî jî hatiye kontrolkirin û bi vê awayê han tevahiya deverên ko me rizgar kirine ji dema destpêkirina operasyonên kontrolkirina Reqayê, gihîştiye 3,200 kîlometreyên çar goşe ye, ku di nav de 236 gund û bi dihan zevî û girên stratîcîk hene, û bi vê awayê han bajarê Reqa ji aliyê bakur û rojava ve hatiye dorpêçkirin.”

 

Li gorî daxuyaniyê, di qonaxa duyem a operasyona Xezeba Firatê de, 650 çekdarên DAIŞê jî hatine kuştin ku termên 115 ji wan çekdaram di destê şervanên HSDê de ne. Herwiha 18 çekdarên DAIŞê jî ji aliyê hêzên HSDê ve hatine êxsîrkirin.

 

Berdevka Odeya Operasyona Xezeba Firatê Cîhan Şêx Ehmed herwiha destnîşan kir, ku Hêzên Sûriyeya Demorkatîk ji destpêka qonaxa duyem a operasyonê ve heta niha 40 otomobîlên bombekirî yên DAIŞê jî ji nav birine.

 

Cîhan Şêx Ehmed amaje bi wê jî kir, ku ji destpêka operasyona Xezeba Firatê ve heta niha nêzîkî 2,500 kes ji deverên ser bi Reqayê ve tevli Hêzên Sûriyeya Demokratîk bûne û bi hevkariya Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê hatine çekdarkirin.

 

Di beşeke din a daxuyaniyê de tê gotin, ku di dema birêveçûna qonaxa duyem a operasyonê de jî heta niha 42 şervanên HSDê şehîd bûne, ku 3 ji wan şervanên biyanî û ji welatên Birîtanya, Kanada û Amerîkayê bûn.

 

Cîhan Şêx Ehmed spasiya hevpeymaniya navdewletî û şêwirmend û pisporên leşkerî yên hevpeymanan jî kir, ku di operasyonê de alîkariyê didin Hêzên Sûriyeya Demmokratîk.

 

Berdevka Odeya Operasyona Xezeba Firatê di dawiya daxuyaniya xwe de tekezî li ser berdewamiya operasyona Xezeba Firatê heta rizgarkirina bajarê Reqayê û dûrxistina terorê ji axa Sûriyê kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst