Îsraîl: Îranê dest bi êrîşeke nû ya mûşekan kir

16-06-2025
RÛDAW
Nîşan Îsraîl Îran Êriş Mûşek
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Îsraîlê ragihand ku ji Îranê ber bi welêt ve êrîşeke nû ya mûşekan hatiye destpêkirin.

Hêzên Parastinê yên Îsraîlê (IDF) di daxuyaniyekê de diyar kir li herêmên bakur sîren lê didin, sîstemên parastina asmanî ketine dewrê û divê sivîl xwe bigihînin stargehên ewle.

Artêşa Îsraîl destnîşan kir ku ji Îranê ber bi Îsraîlê ve mûşekên balîstîk hatine avêtin û ji bo astengkirina wan mûşekan sîstemên parastina asmanî hatine aktîfkirin.

Bi taybetî li derdora bajarê Hayfayê û bi giştî li bakurê Îsraîlê alarmên êrişê lê didin û bangî sivîlên li herêmê hat kirin ku ji qadên vekirî dûr bikevin û demildest biçin stargehan.

Di hişyariya artêşê de hat tekezkirin ku divê heta agahdariyeke duyemîn li stargehan bimînin.

Artêşa Îsraîlê her wiha ragihand ku tê payîn di deqeyên pêş de li bakur zêdetir sîren lê bidin û yekîneyên parastina asmanî jî ji bo bêbandorkirina mûşekan li hewayê xebatên xwe didomînin.

Piştî êrişê heta niha ti zererên canî yan jî madî nehatiye ragihandin û tê gotin ku artêş derbarê geşedanan de daxuyaniyekê bide.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst