Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Îsraîlê ragihand ku wan dest bi qonaxeke nû ya operasyona li Xezeyê kiriye ku wekî “qonaxên destpêkê” bi nav kir.
Artêşa Îsraîlê li ser tora civakî ya Telegramê derbarê operasyoneke nû ya li Xezeyê daxuyaniyek belav kir.
Artêşa Îsraîlê di daxuyaniya xwe de da zanîn:
"Êriş beşek in ji berfirehkirina şerê li Xezeyê ya bi armanca gihîştina hemû armancên şer û azadkirina dîlan û têkbirina Hemasê.”
Ajansa Parastina Şaristaniyê ya Xezeyê roja înê ragihand ku di encama êrişên Îsraîlê yên li Xezeyê de nêzîkî 100 kesî hatine kuştin.
Îsraîl piştî agirbesteke 2 mehî 18ê Adarê careke din dest bi êrişên xwe yên li Xezeyê kir.
Bi gotina berpirsên Îsraîlê êriş bû sedema kuştina hezar û 218 kesan û dîlgirtina 251 kesan.
Medyaya Îsraîlê roja înê ragihand, artêşê dest bi bicihanîna wê planê kiriye ku hikûmetê destpêka vê mehê ji bo berfirehkirina şer qebûl kiriye.
Artêşa Îsraîlê jî ragihand, hêzên wan di 24 saetan de “li Xezeyê êrişî 150 cihên terorîstan” kiriye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse