Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Hakan Fîdan û Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Eshed Hesen Şeybanî axivîn.
Li gor agahiyên ku çavkaniyên Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê dane, Fîdan bi hevtayê xwe yê Sûriyeyî Şeybanî re bi têlefonê axiviye.
Hakan Fîdan, Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler û Serokê Saziya Îstixbarata Neteweyî ya Tirkiyeyê (MÎT) Îbrahîm Kalin 12ê vê mehê li Enqereyê bi Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Eshed Hesen Şeybanî, Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê Murhef Ebû Qesre û Serokê Îstixbaratê Husên Selame re civiyabûn.
Li gorî çavkaniyên Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê, di vê axaftina Fîdan û Şeybanî mijarên ku hefteya borî hatibûn nîqaşkirin hatine rojevê.
Li ser naveroka civînê ti agahiyên din nehatin dayîn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse