Rûdaw (Hewlêr)- Balafirên şer ên Îsraîlê îro serê sibehê bajarê Refeh li başûrê Kerta Xezayê bombebaran kirin û li gor çavkaniyên Filstînî, 4 filestînî hatine kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûne.
Berdevekê wezareta tenduristiyê li Xezayê, Eşreq Elqudre di daxuyaniyekê de ragihand ku di encama bombebaran kirina avahiyeke niştecîbûnê li Refehê de, 4 kes hatin kuştin.
Hevdem Tevgera Hemas a Filestînî ragihand ku, wan rokêtek arasteyî balafirgeha navdewletî ya Til Evivê, Ben Gurion, kirine.
Ev êrîş di demekê de ye ku serokwezîrê Îsraîlê got, operasyonên artêşa Îsraîlê li Kerta Xezayê ku di 8ê tîmehê de destpêkirine, wê berdewam bikin. Çekdarên Tevgera Hemasê tekîd kirin ku ewê şerê li dijî Îsraîlê berdewam bikin.
Li gor amarên wezareta tenduristiyê ya Kerta Xezayê, ji destpêka operasyonên Îsraîlê de, 2 hezar û 51 kes hatine kuştin û zêdetirî 10 hezar kes birîndar bûne. Îsraîl jî dibêje, 64 lekşerên wê û 3 sivîlên îsraîlî hatine kuştin. Balafirên şer yên Îsraîlê îro serê sibehê bajarê Refeh li başûrê Kerta Xezayê bombebarankirin û li gor çavkaniyên Filstînî, 4 filestînî hatine kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûne.
Berdevekê wezareta tenduristiyê li Xezayê, Eşreq Elqudre di daxuyaniyekê de ragihand ku di encama bombebarankirina avahiyeke niştecîbûnê li Refehê de, 4 kes hatin kuştin.
Ev êrîş di demekê de ye ku serokwezîrê Îsraîlê got, operasyonên artêşa Îsraîlê li Kerta Xezayê ku di 8ê tîmehê de destpêkirine, wê berdewam bikin. Çekdarên Tevgera Hemasê tekîd kirin ku ewê şerê li dijî Îsraîlê berdewam bikin.
Li gor amarên wezareta tenduristiyê ya Kerta Xezayê, ji destpêka operasyonên Îsraîlê de, 2 hezar û 51 kes hatine kuştin û zêdetirî 10 hezar kes birîndar bûne. Îsraîl jî dibêje, 64 lekşerên wê û 3 sivîlên îsraîlî hatine kuştin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse