Almanyayê şandina çekan a ji bo Îsraîlê rawestand

08-08-2025
Kehî Mehmûd
Nîşan Xeze Almanya Hemas Îsraîl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Almanyayê ragihand ku wan şandina çekan a ji bo Îsraîlê heta demeke nediyar rawestandiye.

Berlînê ragihand ku gavên dawî yên artêşa Îsraîlê dan û standinên agirbestê asteng dikin û ji ber vê yekê wan biryareke wiha daye.

Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Berlînê, pêngavên "tundtir" ên ku artêşa Îsraîlê ragihandine, zererê didin dan û standinên agirbestê û hewlên azadkirina dîlan.

Almanyayê her wiha ji Îsraîl xwest ku hewlên dagirkirina Xezeyê "bi lez " rawestîne lê tekez kir ku mafê Îsraîlê heye li hemberî êrişên Hemasê xwe biparêze.

Hikûmeta Almanyayê di berdewamiyê jî de got: "Ew gavên tundtir ên ku şeva borî ji aliyê Kabîneya Ewlehiyê ya Îsraîlê ve hatine ragihandin, li gorî nêrîna Hikûmeta Federal derfeta gihîştina armancan kêm dikin.

Ji ber vê yekê Hikûmeta Federal ji bo demeke nediyar destûrê nade hinardekirina çekên ku li Xezeyê bên bikaranîn."

Hikûmeta Almanyayê di daxuyaniyê de, dilgiraniya xwe ya kûr a derbarê rewşa xelkê sivîl ê li Xezeyê anî zimên û tekez kir ku bi operasyona plankirî re berpirsyariya Îsraîlê "mezintir dibe."

Berlînê ji Tel Avîvê xwest ku ji bo gihandina alîkariyên mirovî yên Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên din, derfetên berfirehtir bide hemû aliyan.

Hikûmeta Friedrich Merz armancên xwe yên sereke wekî azadkirina dîlên Îsraîlî û pêkanîna agirbestê destnîşan kir.

Her wiha hat diyarkirin ku danîna çekan a Hemasê gaveke pêwîst e û nabe ku Hemas êdî li Xezeyê xwedî roleke siyasî be.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst