Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ragihand ku ew dê bi Îranê re nekevin şerekî wêraniyê lê heta ku negihêjin armancên xwe, ew dê êrişan bi dawî nekin.
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu di civîna rojnamegeriyê de axivî û behsa êrişên Îsraîl û Amerîkayê yên li Îranê kir.
"Wî zerereke mezin da Fordoyê"
Netanyahu pesnê êrişên Amerîkayê da û diyar kir ku artêşa Amerîkayê karekî mezin kiriye û got:
“Divê em li ber pêşengê me yê mezin (Serokê Amerîkayê Donald) bejna xwe bitewînin.
Wî zerereke mezin da teîsa nukleer a Fordoyê."
Netanyahu her wiha derbarê êrişan jî got, "Em dê nekevin şerekî wêraniyê lê heta ku em negihêjin armancên xwe, em vê operasyona dîrokî bi dawî nakin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse