Israel Katz: Em ji Çiyayê Hermonê nalivin

22-09-2025
Nîşan Israel Katz Çiyayê Hermonê Sûriye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz got, “Em ji Çiyayê Hermonê nalivin.”

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz çû Çiyayê Hermonê yê li başûrrojavayê Sûriyeyê.

Kazt li ser hesabê xwe yê Xê wêneyê xwe û leşkerên Îsraîlê belav kir ku li ser lûtkeya Çiyayê Hermonê hatiye girtin.

Israel Katz di posta xwe de got, "Em ji Çiyayê Hermonê nalivin.”

Artêşa Îsraîlê piştî ketina desthilata Esed, herêmeke nû ya parêzgeha Quneyterayê ya li başûrrojavayê Şamê kontrol kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst