Hewlêr (Rûdaw) - Nûnerê Serokê Amerîkayê Steve Witkoff ragihand ku wan bi hinceta "bêdilîya Hemasê ya ji bo agirbestê" biryar daye ku tîma xwe ya dan û standinan ji Dohaya paytexta Qeterê vekişinin.
Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê yê Rojhilata Navîn Steve Witkoff li ser hesabê xwe yê Xê derbarê dan û standinên agirbestê yên li Xezeyê de daxuyaniyek da.
Witkoff got, "Piştî bersiva dawî ya Hemasê ku bi awayekî eşkere nîşan dide ku nexwestina wê ya ji bo pêkanîna agirbestê li Xezeyê heye, me biryar da ku em tîma xwe ji bo şêwrê ji Dohayê vegerînin malê."
Witkoff Hemas bi hevahengî tevnegerînê tometbar kir û ji bo vegerandina dîlan li alternatîfên din bigerin û wiha pê de çû:
Tevî ku navbeynkaran hewldaneke mezin kir jî, xuya ye ku Hemas ne hevaheng e û bi niyeta baş tev nagere.
Em dê niha ji bo vegerandina dîlan li malên wan li vebijêrkên alternatîf bigerin û hewl bidin ku ji bo xelkê Xezeyê jîngeheke aramtir ava bikin.
Cihê şermê ye ku Hemas bi vî rengî xweperestî tevgeriyaye."
Witkoff da zanîn ku ew di mijara misogerkirina aştiyeke mayînde ya li Xezeyê de bi biryar in.
Dan û standinên agirbestê yên li Xezeyê
Serokê Amerîkayê Trump ragihandibû ku Îsraîlê şertên pêwîst ên ji bo agirbesteke 60 rojî ya li Xezeyê qebûl kirine û pêşniyar ji aliyê Qeter û Misirê ve ku navbeynkariya dan û standinên agirbestê dikin, pêşkêşî Hemasê hatibû kirin.
Hemasê ragihandibû ku wan derbarê agirbest û pevguhertina dîlan a li gel Îsraîlê de "bersiveke erênî" daye navbeynkaran û ji bo cîbicîkirina agirbestê amadeyî danûstandinan in.
Birrêvebiriya Tel Avîvê jî gotibû ku guhertinên Hemasê yên di pêşniyara Qeterê de nayên qebûlkirin lê dîsa jî şandeya Îsraîlê ji bo dan û standinan çûbû Dohayê.
Heta niha aliyan li Dohayê li ser agirbesteke demkî ya 60 rojî, berdana 10 dîlên sax û radestkirina termê 18 dîlên Îsraîlî yên mirî û her wiha li ser dan û standinên ji bo agirbesteke mayînde hevdîtin dikirin.
Hatibû destnîşankirin ku pirsgirêk bi piranî hatine çareserkirin lê israra Îsraîlê ya ji bo domandina hebûna xwe ya li derdora Xezeyê nehatiye derbaskirin.
Îsraîlê ragihandibû ku ew plan dike heta eger agirbest li bajarê Refahê yê li başûrê Xezeyê pêk were jî hebûna xwe bidomîne û bi mebesta sirgûnkirina Filistîniyan ji bo welatên din "kampeke komkirinê" ava bike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse