Hewlêr (Rûdaw) - Têkçûna civînên 6emîn xola karê Komîteya Destûrî ya Sûrî û bi dawîhatina wan a bêencam, rola Rûsya di tevahiya prosesa çareseriya siyasî bo krîza Sûriyê xistiye jêr pirsê.
Serokê Şepêla Azadî ya Kurdistanî Siyamend Haco ku endamê Tîma Şêwirê bû li Cinêvê û civîninên Komîteya Destûrî dişopandin, ji bernameya Çavê Sêyem a Radyoya Rûdawê re got, hikûmeta Sûriyê li jêr fişara Rûsyayê danûstandinê dike û jibilî Rûsya ti aliyek nikare fişarê li hikûmeta Sûriyê bike.
Siyamen Haco, Serokê Serokê Şepêla Azadî ya Kurdistanî, dibêje, “Hikûmetê ji berê ve nedixwest van danûstandinan bike û îro jî naxwaze û dema lawaz jî bû nedixwest, lê em dizanin ku rola Rûsyayê heye ku hikûmet tê Cinêvê. Em hêvîdar in Netewên Yekbûyî bikare zextekê li Rûsyayê bike û Rûs jî bi biryara 2254 re bin. Tenê tesîra Rûsyayê li ser rejîmê heye.”
Rêveberê Navenda Ferat a Lêkolînan Dr. Silêman Elyas, ji Qamişlo, ji heman bernameya Rûdawê re got, Rûsya naxwaze fişarê li hikûmeta Sûriyê bike .
Dr. Silêman Elyas, Rêveberê Navenda Ferat, dibêje, “Rûsyayê xwestiba fişarê rejîmê bike, ji sala borî ve karên vê komîteyê dê gihiştibûna encamê. Gelek hêz hene ku fişara wan li ser rejîma Sûriyê bike. Hêza rejîmê bi xwe nîne wan danûstandinan bi opozisyonê re bike.”
Piştî 5 rojan ji civînan li Cenêvê, nûnerên hikûmet, opozisyon û civaka sivîl di Komîteya Destûrî ya Sûriyê bê tu encam û bê destnîşankirina dema xula heftemîn ji ber hev rabûn.
Hin çavdêr û şopînerên rewşa Sûriyê dibînin ku ev têkçûn ne tenê ya civînên Komîteya Destûrî ye, lê belê tevahiya prosesa ku navê çareseriya siyasî lê tê kirin hilweşiyaye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse