Navenda Nûçeyan – Rêxistina El Nûsra ku piştî ji El Qaîde veqetiya navê xwe kire Fetîh el Şam, ragihand ku Amerîkayê çekên dije tank ê “BGM-71 TOW” û gelek çekên din dane wan.
Fermandarê rêxistina Fetîh el Şamê Abu al-Ezz ji govara heftane ya Amlanyayê Focus re axivî û ragihand ku Amerîka, Rûsya û Neteweyên Yekbûyî (NY) çekan didin wan.
Fermandarê Fetîh el Şam diyar kir ku ti rêxistin an jî kes nabin navbeynkar û Amerîka çekan raste rast dide wan. Abu al-Ezz got, “Amerîka li pişta me ye.”
Abu al-Azz daxuyand ku heta hilweşandina rejîma Esed dê şerê xwe berdewam bikin û derbarê armanca xwe de jî got, “Em ê dewletekî li ser hîmê şerîeta Îslamê ava bikin û em ti dewletên laîk jî nas nakin.”
Hêjayê gotinê ye ku rêveberiya Amerîkayê piştî cudabûna ji El Qaîdê jî ragihandibû ku rêxistina El Nûsra herweke El Qaîde terorîst e.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse