Washington (Rûdaw) – Di ser rûxandina desthilata Beşar Esed û hatina Tehrîr El Şamê ya bi serokatiya Ehmed Şer re nêzîkî salek derbas dibe.
Ev guherîna mezin a li herêmê siyaseta Amerîkayê jî dixe ber çavan.Bi taybetî pirsa ku dê Amerîka çawa li gel desthilateke nû ya bi paşerojeke cuda re miameleyê bike derdikeve holê.
Civaka navneteweyî di destpêkê de deriyên xwe li ber desthilata nû vekir. Wê hêvî dikir ku guherîn çêbibe û hikûmeteke nûnertiya hemû Sûriyeyiyan bike bê avakirin.
Îdareya Donald Trump jî beşeke mezin a cezayên li ser Sûriyeyê rakir. Ew bi mentiqa "dayîna derfetekê" ji bo aramkirin û jinûveavakirinê tevgeriya.
Nûnerê Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) ê Washingtonê Besam Îshaq li ser vê siyasetê ji Rûdawê re got,“Îdareya Donald Trump derfetekê dide hikûmeta demkî ya Sûriyeyê.
Ew dixwaze ku hikûmet ewlehiyê vegerîne welat û binesaziya aborî ava bike.
Ev yek jî pêwîstî bi rakirina cezayên wekî Qanûna Sezar heye.”
Ji hêviyê ber bi gumanê
Ehmed Şer di destpêkê de gelek soz da civaka navneteweyî û pêkhateyên Sûriyeyê.
Ehmed Şer got ku hikûmeta wî dê nûnertiya hemû aliyan bike û mafên wan biparêze.
Ev gotinên di kiryarên hikûmeta wî de xuya nebûn.
Berevajî, gelek caran li dijî pêkhateyan êrişên dijwar hatin kirin. Vê yekê wisa kir ku ti pêkhateyek hest bi aştî û ewlehiyê neke.
Besam Îshaq li ser vê rewşê jî wiha got,“Pirsgirêk ew e ku pêkhateyên Sûriyeyê hest bi ewlehiyê nakin.
Hêzên ewlehiyê, polîs û hêzên din hemû yekreng in. Bi taybetî piştî bûyerên li herêmên beravê û li herêma Durziyan a li Siwêdayê ev rewş xurttir bû.”
Ev rewş gumanê li ser pêbendbûna hikûmetê yên bi sozên wê re çêdike.
Îdareya Amerîkayê bi hinceta dayîna derfeteke nû, li hemberî hikûmeta Sûriyeyê “gelekî nerm” tevgeriyaye.
Hinek aliyên li Washingtonê dibêjin ku Amerîka ji Ehmed Şer baştir kesekî nabîne û naxwaze derî ji vegera Îran û Rûsyayê re veke.
Ji ber vê jî dixwaze alîkariya hikûmeta niha bike da ku kiryarên xwe baştir bike.
Beşek ji lêkolînerên li Washingtonê ji vê siyasetê bi fikar in.
Ew di wê baweriyê de ne ku divê Amerîka bi hişyarî tevbigere û li kiryarên hikûmetê binêre û tenê guh nede gotinên wê.
Pispora Kar û Barên Sûriyeyê Dr. Amy Austin ji Rûdawê re axivî.
Dr. Amy Austinê ji Rûdawê re got,“Bi ya min, divê em bi hişyarî li kiryarên hikûmeta Sûriyeyê binêrin, tenê li gotinên wê nenêrin.
Gelo wekî ku li Helebê pêkhat ew dikarin tawîzan bidin û rewşeke aştiyane biafirînin?
Ez bi xwe ji encamên hilbijartinên parlamentoyê gelekî bêhêvî bûm.
Wan gelek herêmên girîng ên wekî Reqa, Hisîça û Siwêdayê piştguh kiribûn.
Pêvajo zêdetir danîn bû, ne hilbijartineke rastîn.
Her wiha tenê ji sedî çarê kesên hatibûn diyarkirin jin bûn ku ev ji rêjeya di dema Esed de jî kêmtir e.”
Îdareya Amerîkayê yekparçeyiya axa Sûriyeyê dixwaze û naxwaze ev welat parçe bibe.
Di heman demê de, ew teqez dike ku divê hikûmeta nû nûnertiya hemû pêkhateyan bike û mafên wan biparêze.
Îdareya Donald Trump dixwaze derfetekê bide hikûmeta demkî ya Sûriyeyê lê Kongreya Amerîka û navendên lêkolînê yên li Washingtonê ji kiryarên wê hikûmetê bi fikar in.
Ji ber vê yekê, ew dixwazin rakirina cezayan bi merc be û çavdêrî jî tundtir bin.
Ev siyaseta hevseng dixwaze berjewendiyên Amerîkayê û paşerojeke aştiyane ji bo Sûriyeyê misoger bike lê bicihanîna wê li ser erdê pir aloz e.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse