Lindsey Graham: Bila hêzên Şamê rawestin û vegerin

1 demjimêr berê
Nîşan Reqa Lindsey Graham Şam Amerîka
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Senatorê Amerîkayê Lindsey Graham derbarê bipêşketinên leşkerî yên hêzên hikûmeta Sûriyeyê yên ber bi bakur ve hişyariyên tund dan.

Graham ragihand ku eger operasyon ber bi bajarê Reqayê ve bidome, ew ê daxwaza sepandina cezayên gelekî giran bike

"Ez dê daxwaza cezayên Yasaya Qeyser bikim"

Lindsey Graham bi rêya hesabê xwe yê medyaya civakî peyamek weşand û diyar kir ku bipêşketina ber bi Reqayê ve nayê qebûlkirin. Graham got: “Eger hêzên hikûmeta Sûriyeyê li bakur ber bi Reqayê ve bi pêş ve biçin, ez ê ji bo ku cezayên Yasaya Qeyser (Caesar Act) bi şêwayekî gelekî xurttir ducare werin sepandin zextê bikim.”

“Guh nadin berpirsên Amerîkayê”

Senator Graham bal kişand ser wê yekê ku rayedarên li Sûriyeyê guh nadin hişyariyan û anî got:

“Wisa diyar e ku li Sûriyeyê ti kes guh nade min yan jî berpirsên din ên hikûmeta Amerîkayê.

Eger ev rewş wiha bidome, dê ne tenê cezayên gelekî giran (yên hestiyan dişkênin) hebin, dê di heman demê de zereke heremî bigihe pêwendiyên Amerîka û hikûmeta nû ya Sûriyeyê jî.”

“Hûn neheqiyê li me dikin”

Graham di dewama peyama xwe de ragihand ku wî hewl daye li hemberî hikûmeta nû ya li Şamê adil be lê daxwazên wan nehatine bicihkirin.

Senator Graham ji ser hesabê xwe yê Xê got:

 “Min hewl da ez li hemberî hikûmeta nû adil bim lê wisa diyar e ku guh nadin me.

Eger hûn pevçûnekê bi Senatoya Amerîkayê re dixwazin û dixwazin zerereke heremî bidin pêwendiyên Amerîka û Sûriyeyê, berdewam bikin lê eger hûn dixwazin pêwendiyan biparêzin, rawestin û vegerin.”

Lindsey Graham: Divê Amerîka bi her awayî girtîgehên DAIŞê biparêze

Senatorê Amerîkayê Lindsey Graham hişyariyeke gelekî tund da û ragihand ku divê Amerîka girtîgehên li Sûriyeyê yên ku endamên DAIŞê tê de ne biparêze.

Graham di posteke din jî de destnîşan kir ku parastina van girtîgehan ji bo Amerîkayê xaleke sereke ye.

Graham di berdewamiyê jî de got,“Bi hezaran endamên dîn û har di girtîgehan de ne. Eger ew derkevin, dê dojeh rabe ser pêyan. Ez bi salan e vê yekê dibêjim.”

Senatorê Amerîkayê peyamek şand ji bo hikûmeta Sûriyeyê jî û got, “Bizanibin ku reva DAIŞiyan ji girtîgehan ji bo Amerîka, Sûriyeyê û hemû herêmê karesat e.”

Graham diyar kir ku divê Amerîka li ser mijara girtîgehan xwedî helwesteke gelekî zelal be û wiha pê de çû:

“Bi baweriya min divê Amerîka bi her rêya ku pêkan be van girtîgehan biparêze.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst