Îsraîlê careke din Balafirgeha Senayê bombebaran kir

28-05-2025
RÛDAW
Nîşan Îsraîk Yemen Balafirgeha Senayê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hat ragihandin ku balafirên şer ên artêşa Îsraîlê careke din balafirgeha Senaya paytexta Yemenê bombebaran kiriye.

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz di daxuyaniyeke nivîskî de ragihand ku balafirên Îsraîlê êrişeke hewayî li ser Balafirgeha Senayê pêk aniye.

Katz got ku di êrişê de "balafira dawî ya ku Husiyên piştgiriya Îranê dikin li Balafirgeha Senayê bi kar dianîn hate îmhakirin."

Di daxuyaniyê de Katz gef xwar ku dê benderên li Yemenê jî bibin armanc.

Balafirên şer ên artêşa Îsraîlê 7ê Gulanê di nav de Balafirgeha Senayê jî êrişî gelek cihan kiribûn.

Piştî êrişên ku balafirên rêwiyan jî kiribûn armanc, li Balafirgeha Senayê zerereke giran çêbû û firin heta 17ê Gulanê hatibûn rawestandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst