ÎDIA - Îsraîl û Sûriye dê peymana aştiyê îmze bikin

28-06-2025
RÛDAW
Nîşan Îsraîl Sûriye Peymanên Abraham Peyman Aştiyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Çapemeniya Îsraîlê îdia kir ku dê di navbera birêvebiriyên Tel Evîv û Şamê de heta dawiya sala 2025an peymaneke aştiyê bê îmzekirin.

Qenala Îsraîlê i24 News, di nûçeya xwe ya ku spartiye çavkaniyeke Sûriyeyê de, îdia kir ku bi vê peymanê re dê têkiliyên di navbera her du welatan de asayî bibin.

Li gorî peymana aştiyê ya ku tê îdiakirin dê heta dawiya 2025an di navbera Îsraîl û Sûriyeyê de bê îmzekirin, hat destnîşankirin ku Îsraîl dê ji axa Sûriyeyê ya herêma tampon ya ku piştî 8ê Kanûna 2024an bi dest xistibû, gav bi gav vekişe, ku Çiyayê Şêx (Hermon) jî di nav de ye.

Hat îdiakirin ku dê peyman xwedî wesfeke dîrokî be û têkiliyên di navbera her du welatan de asayî bike.

Li Îsraîlê rojev: Peymanên Abraham

Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê Donald Trump, Steve Witkoff diyar kiribû ku ew dê di demek nêz de derbarê welatên ku bûne alîgirên Peymanên Birahîm (Abraham) daxuyaniyeke mezin bidin.

Li Tel Evîvê, li ser panoyeke mezin a elektronîk dîmenek hatibû nîşandan.

Di dîmenê de Serokê Amerîkayê Donald Trump di naverastê de, li her du aliyên wî Serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netanyahu û Şazadeyê Erebistana Siûdî Mihemed Bîn Selman û li derdora wan jî serokên welatên herêmê hebûn.

Li ser panoyê nivîsa "Ji bo Rojhilata Navîn a Nû Derfeteke Nû" cih digirt.

Balkêş bû ku di panoyê de wêneyên Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şara, Serokkomarê Libnanê Joseph Ewn û Serokê Dewleta Filistînê Mehmûd Ebas jî hebûn.

Netanyahu îdia kiribû ku bidawîbûna êrişên li ser Îranê, "ji bo berfirehkirina peymanên asayîkirinê bi awayekî berçav derfetekê pêşkêş dike".

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst