Navenda Nûçeyan – Artêşa Tirkiyê ragihand, çend navendên YPGê li başûrê Cerablusê bombebran kiriye û di encamê de 25 şervanên YPGê jiyana xwe ji dest dane. Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirov jî da xuyakirin, ku qurbanî kesên sivîl in.
Tirkiyê ragihand, ku îro yekşemî 28ê Tebax a 2016 qonaxa duyem a operasyona bi navê Mertala Firatê di nav axa Sûriyê de dest pê kir.
Tirkiyê ew yek neveşartiye, ku armanc ji destpêkirina wê operayonê êrişkirina ser Hêzên Sûriya Demoratîk (HSD), ku YPG pêşengiya wê dike, û hevpeymanên wan e.
Di çarçoveya qonaxa duyem a operasyonêde, firokeyên şer ên Artêşa Tirkiyê îro li derdora Cerablûsê (bakûrê Helebê) çeperên şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bombebaran kirin.
Derberê êrişên firokeyan û bombebrana hêzên HSDê de, Artêşa Tirkiyê daxuyaniyek da.
Artêşa Tirkiyê ragihand, firokeyên şer ên wî welatî çend navendên ser bi Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li çend gundên dedora Cerablusê dane ber bombeyan.
Herwiha Artêşa Tirkiyê îdîa kir, ku di encama bombebaranan de 25 şervanên YPGê jiyana xwe ji dest dane.
Derbarê êrişên îro yên firokeyên Tirkiyê de, Rewangeha Sûrî ya bo Mafên Mirov jî daxuyaniyek belav kir.
Li gorî daxuyaniya Rewangeha Sûrî ya bo Mafên Mirov, kesên di encama bombebaranên firokeyên Artêşa Tirkiyê de hatine kuştin, welatiyên sivîl in.
Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan ku navenda wê li Londonê ye ragihand, di encama êrîşên firokeyên Tirkiyê de, li gundên derdora navçeya Cerablûsê 35 kesên sivîl jiyana xwe ji dest dane.
Ji aliyekê din ve çavkaniyên nêzîkî YPGê êrişên Artêşa Tirkiyê bi firoke , topxane û tankan bo ser Hêzên Sûriya Demokratîk û bi taybet her du aliyên Encumena Leşkerî ya Cerablus û Encumena Leşkerî ya Minbicê piştrat kirin.
Li gorî wan medyayan, îro firokeyên şer ên Tirkiyê gundên bakûrê rûbarê Sûcarê bombebaran kirin.
Çavkaniyên nêzîkî YPGê herwiha dan xuyakirin, ku firokeyên Tirkiyê li gundê Bir El-Kûsa ku 13 km dûrî başûrê Cerablusê ye, bombebaran kirine û tankên Artêşa Tirkiyê jî gundê Emarne topbaran kirine.
Herwiha medyayên nêzîkî Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) aşkere kirin, ku Artêşa Tirkiyê li ser sînorê Kantona Efrînê jî êriş pêk anîne.
Li gorî zanyariyên ji wan medyayan, firokeyên Artêşa Tirkiyê bi giranî her du gundê Mosaka û Pîra yên girêdayî navçeya Raco ya Efrînê dane ber bombeyan.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse