Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê ragihand ku sibe dê di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de ji bo gotûbêjkirina hevkariya ewlehiyê û bipêşketinên dawî civînek were lidarxistin.
Di daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê de hat diyarkirin ku Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan, Wezîrê Parastinê Yaşar Guler û Serokê MÎTê Îbrahîm Kalin dê li gel hevkarên xwe yên Sûriyeyî bicivin.
Aloziya li taxên Kurdan
Li Sûriyeyê van rojên dawî, piştî ku hêzên girêdayî hikûmeta Şamê taxên Kurdan ên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên li Helebê dorpêç kirin, aloziyek mezin derketibû.
Xelkê her du taxan ji bo protestokirina dorpêçê daketin kolanan û piştî midaxeleya hêzên Şamê pevçûn derketibûn.
Piştî ku bi rêkeftineke agirbestê pevçûn bi dawî bûn, şandeyeke payebilind a Rojavayê Kurdistanê bi serokatiya Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî ji bo hevdîtina bi Serokkomarê Demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şer re çû Şamê.
Hatibû diyarkirin ku Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Sûriyeyê Tom Barrack jî beşdarî civîna di navbera şandeyê û Ehmed Şer de bûye.
Ebdî: Em dê tevlî artêşa Sûriyeyê bibin
Tevî aloziyên metirsîdar, kanalên diyalogê di navbera aliyan de vekirî man û Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî doh ragihand ku ew dê di çarçoveya peymana 10ê Adarê de tevlî artêşa nû ya Sûriyeyê bibin.
Mezlûm Ebdî di peyama xwe ya bi boneya salvegera 10emîn a damezrandina HSDyê de got, têkoşîna wan ji destpêkê ve bi armanca Sûriyeyeke yekgirtî, ewle û piralî ku îradeya hemû Sûriyeyiyan nîşan bide, berdewam dike.
Ebdî di axaftina xwe ya di merasîma salvegerê de bal kişand ser hevdîtinên xwe yên bi birêvebiriya navendî ya Şamê re û da zanîn ku şandeyeke leşkerî dê di demeke nêzîk de biçe Şamê da ku li ser mijara tevlîbûna artêşa Sûriyeyê gotûbêjan bike.
Ebdî got, "Komîteyeke leşkerî dê di demeke nêzîk de biçe Şamê û gotûbêj bike bê ka HSD dê çawa entegre bibe."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse