Hewlêr (Rûdaw) - Serokê rêveberiya Felestînê Mehmûd Ebas ragihand, ku ew plana Amerîka red dikin, û Quds-Orşelîm ne ji bo firotinê ye.
Plana Aştî ji bo Refahiyetê ku wek Rêkevtina Sedsalê jî tê naskirin, duh li Waşingtonê bi amadebûna Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu, ji aliyê Serokê Amerîkayê Donald Trump ve hat aşkerekirin.
Îsraîl bi planê razî ye, lê belê Felesîtnî wê red dikin. Serokê rêveberiya Felestînê Mehmûd Ebas wek bertek ragihand, ku Quds-Orşelîm bo firotinê nîne û dewleta Felestînê bêyî paytextiya Quds-Orşelîm nabe. Ebas got: “Destpêka planê birina Qudsê be, dawiya wê baş nabe. Jidestçûna Qudsê malwêranî ye û em dewleta Felestînê bêyî Qudsê naxwazin.”
Mehmûd Ebas got jî: “Daxwaz ji gelê Felestînê dikin ku yekîtiya xwe biparêzin, em dê vê planê têk bibin û herî dawî jî gelê me dê serkeve.”
Ebas da xuyakirin, ku ew li ser bingeha rewatiya navdewletî pabendî danûstandinan in, û gefa wê yekê xwar, ku ew dê mijarê bibin Dadgeha Navdewletî.
Serokê rêveberiya Felestînê diyar kir, tiştekî nû di gotinên Trump û Netanyahu de nebû û destnîşan kir: “Amerîka û Îsraîl dixwazin peymana Balforê di 2020an de cîbicî bikin, plana Amerîkayê planeke li dijî Felestînê û lobiya Cihû Amerîkayê birêve dibe.”
Li aliyekê din tevgera Hemas a Felestînê jî li dijî plana Trump derket û ew plan red kir. Serkirdeyê Hemasê, Xelîl Elheya ragihand: “Ji bilî Qudsê, em ti alternatîvekê bo paytexta Felestînê qebûl nakin.”
Serokê Amerîkayê Donald Trump duh di dema aşkerekirina plana xwe ya ji bo rêkevtina aştiyê ya navbera Îsraîl û Felestînê de ragihand, “armanca min ji vê projeya pêşniyarkirî, bidestxistina aştiya rastîn e.”
Trump got, “dema wê yekê jî hatiye ku cîhana îslamî careke din şaşê neke û Îsraîlê bi fermî nas bikin.”
Donald Trump da xuyakirin, ew xaka niha bo Felestînê hatiye diyarkirin, du beramberî ya niha ye û ew rêkevtina niha wek derfeteke dîrokî bo Felestîniyan bi nav kir, daku êdî ew jî bibin xwediyê dewleta xwe.
Li gor plana 'Rêkevtina Sedsalê' ku duh Trump bi amadebûna Netanyahu aşkere kir, nexşeya dewleta Felestînê dê bi vî awayî be. Hin beşên Orşelîma Rojhilat dê paytexta wê be û Kerte Rojava dê bi tunêlekê bi Şirîta Xezeyê ve bihê girêdan.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse