Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Îsraîlê ragihand ku wan "dest bi amadehiyên destpêkê" yên ji bo kontrolkirina bajarê Xezeyê kiriye ku nêzîkî milyonek Filistînî lê dijîn.
Berdevkê Artêşê Avichay Adraee li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek da û got kir ku wan "derbên giran" li Hemasê dane.
Bi bi gotina Avichay Adraee êrişên wan ji bo derbasbûna qonaxa bê ya şer didomin.
“Em li bendê namînin"
Adraee her wiha got, “Em li bendê namînin. Me dest bi operasyonên destpêkê û qonaxên yekem ên êrişa li Xezeyê kiriye.
Em niha li derdorên bajêr bi awayekî dijwar tevdigerin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse