Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Yamina û Partiya Yesh Atid ên Îsraîlê rêkeftine ku hikûmetê pêk bînin û Benyamin Netanyahû ji desthilatê dûr bixin.
Serokê Partiya Yamîna, Naftali Bennett ragihand, ew dê hewl bide her tiştî ji bo pêkanîna hikûmeteke netewî û yekgirtî li gel Serokê Opozisyona Îsraîlê, Yair Lapid bike û dawiyê li desthilata Serokwezîrê Îsraîlê Binjamin Netanyahu bîne.
Naftali Bennett ragihand: “Îro ez radighînim ku ez hewl didim her tiştî bikim jibo pêkanîna hikûmeteke neteweî, yekgirtî li gel hevalê xwe Yair Lapid bi alîkariya Xwedê emê bihevere dewletê ji ne aramiyê rizgar bikin, û Îsraîlê vegerînin ser rêya rast.”
Yair Lapid hewl dide heta Çarşema bê demjimêr 11:59 bi şev bi dema Îsraîlê firaksyona xwe ji 61 nûneran pêk bîne, ji hejmara giştî ya Knesset anko parlamentoya Îsraîlê, ku 120 nûner in.
Partiya Yesh Atid a Lapid 17 kursiyên Knessetê bi dest xistine.
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu jî ragihand, hikûmeta ku Neftalî dixwaze pêk bîne, ji bo ewlehiya Îsraîlê metirsîdar e û di berjewendiya Îran û Hemasê de ye.
Benjamin Netanyahu bang li endamên Knessetê kir, dengê xwe nedin bo damezirandina hikûmeteke çep.
Netanyahu got: “Ez bang dikim li endamên ku bi dengên baskê rastê hatin halbijartin. Ez bang li kesên dilsoz dikim ên li ser vê rêyê, li ser vê rêyê berdewam bin. Hikûmeteke çep ava nekin. Hikûmeteka bi vî awayî metrisiyê li ser ewlehiya Israîlê çê dike, herwiha metrisiyê li ser paşeroja dewletê çê dike.”
Eger tenê yek endamê Parlemantoya Îsraîlê ji hevpeymaniya nû ya Neftalî û Lapîd vekişe, ew hevpeymanî nikare hikûmetê pêk bîne. Ew rewş jî dê heya heftiyeke din zelal bibe.
Netanyahu ku temenê wî 71 sal e, ji 12 salan ve heta niha serok wezîrê Israîlê ye, çend doz li dijî wî hatine vekirin, wek gendelî, wergirtina bertîlan û binpêkirina baweriyê, û çend caran çûye pêşiya dadgehê, lê ew van tometan red dike.
Di helbijartinên Adarê de partiya Netanyahu ya Likud 30 kursî bi dest xistin, û yekemîn partî bû, lê nikaribû di dema destnîşankirî de hikûmetê ava bike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse