Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsekî Amerîkî ragihand ku Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Rojhilata Navîn Steve Witkoff pêncşemê biçe Îsraîlê û bi serokwezîrê wî welatî re bicive da ku li ser pêngavên paşerojê yên Îsraîlê yên li Xezeyê gotûbêjê bikin.
Bberpirsekî îdareya Trump ku nexwest navê wî were eşkerekirin ragihand, “Nûnerê Taybet ê Amerîkayê Witkoff dê roja pêncşemê bigihêje Îsraîlê û li wir ji bo gotûbêjkirina pêngavên paşerojê yên çareserkirina rewşa Xezeyê bi berpirsên pilebilind ên wî welatî re bicive."
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu roja sêşemê ji medyaya welatê xwe re gotibû ku Îsraîl li gel hevpeymanên xwe yên Amerîkî, bi amadekirina planekê ji bo azadkirina dîlan mijûl e.
Ji 251 dîlên ku di êrişa 7ê Çiriya Pêşîn a 2023yan de hatibûn desteserkirin, 49 kes hîn li Xezeyê ne û li gorî artêşa Îsraîlê 27 ji wan hatine kuştin.
Witkoff beşdarî danûstandinên taybet ên agirbesta Xezeyê yên li Dohayê bûbû lê heta niha ti encama berbiçav jê derneketiye.
Hefteya borî jî piştî ku Hemasê ji bo pêşniyarên Witkoff ên agirbesta li Xezeyê pêşniyarên nû pêşkêş kirin, ew pêvajo hat rawestandin.
Vê yekê Amerîka û Îsraîl hêrs kir û şandeyên her du welatan vegeriyan û ji gotûbêjan vekişiyan.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse