Hewlêr (Rûdaw) - Supaya Pasdaran a Komara Îslamî ya Îranê bi daxuyaniyeke fermî kuştina Rêberê Îranê Elî Xamineyî piştrast kir û soza "toleke giran" a ji Amerîka û Îsraîlê da.
Di daxuyaniya Supaya Pasdaran de wiha hat gotin:
"Em şehadeta Salarê Şehîdan ê Şoreşa Îslamî û Naîbê Heq ê Hezretî Welîesr, Îmam Xamineyî ya di meha pîroz a Remezanê de li umeta Îslamê û gelê mezin ê Îranê pîroz dikin û sersaxiyê dixwazin."
Gefa tolhildanê li Amerîka û Îsraîlê xwar
Supaya Pasdaran êriş xiste stûyê Amerîka û Îsraîlê û got:
"Ev karê tawanbarî û terorîstî yê dewletên pîs ên Amerîka û rejîma Siyonîst, binpêkirina eşkere ya hemû pîvanên olî, exlaqî û yasayî ye.
Destê tolhildanê yê gelê Îranê ji bo cezayekî giran, biryarder û poşmanker dê dev ji kujerên Îmamê Umetê bernede."
"Rêbaza wî nasekine"
Di beşeke din a daxuyaniyê de behsa berdewamiya "rêbaza Rêber"ê Îranê hat kirin û hat gotin:
"Bi şehadeta Îmam Xamineyî rêbaz û rêçika wî nasekine û dê bi hêz û rûmeteke zêdetir berdewam bike.
Ev şehadet dê gelê me li ser domandina vê rêya nûranî sortir bike."
Hêzên çekdar di amadebaşiyê de ne
Supaya Pasdaran amaje pê kir ku Hêzên Çekdar ên Komara Îslamî û Besîc dê bi hemû hêza xwe mîrasa Xamineyî biparêzin.
Her wiha hat gotin ku ew dê li hemberî her plana navxweyî û derve bisekinin û "cezayekî dersdêr" bidin êrişkeran.
Bang
Di dawiya daxuyaniyê de bang li hemû çînên civaka Îranê hat kirin ku bi amadebûna xwe ya bi coş a li qadan, yekrêziya xwe ya nîştimanî nîşanî cîhanê û "dijminên terorîst" bidin.
Serokê Amerîkayê Donald Trump bi rêya medyaya civakî ragihandibû ku Elî Xamineyî di encama êrişên asmanî de hatiye kuştin.
Encumena Ewlehiyê ya Îranê jî kuştina Elî Xamineyî piştrast kir.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse