Ehmedînejad hat kuştin

4 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Mehmûd Ehmedînejad Îran Îsraîl Kuştin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê berê yê Îranê Mehmûd Ehmedînejad di êrişeke Îsraîlê de hat kuştin.

Medyaya fermî ya Îranê piştrast kir ku Serokkomarê berê yê Îranê Mehmûd Ehmedînejad di êrişeke Îsraîlê de hatiye kuştin.

Medyaya Îranê doh belav kiribû ku Îsraîlê li taxa Narmekê ya Tehranê êrişî nêzîkî mala Serokkomarê berê yê Îranê Mehmûd Ehmedînejad kiriye.

Mehmûd Ehmedînejad di navbera salên 2005 û 2013an de Serokkomarê Îranê bû û wekî yek ji dijberên Îsraîlê dihat naskirin.

Ehmedînejad 2005an dema serokkomariyê gotibû, "Divê Îsraîl ji ser rûyê erdê were rakirin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst