Li Îlamê êriş: 22 nobedarên sînor hatin kuştin

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Îran Îlam
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandariya Hêzên Nobedar a Sînor a Îranê ya li parêzgeha Îlamê ragihand ku di êrişeke Amerîka û Îsraîlê ya li baregeheke wan a li bajarê Mêhranê de 22 endamên hêzên wan hatine kuştin.

Fermandarê Hêzên Nobedar ê Sînorê yê li parêzgeha Îlamê Elî Nedirxanî îro daxuyanî da.

Elî Nedirxanî diyar kir ku baregeheke Hêzên Noberdar ên Sînor li Qada Îmam Xumeynî ya bajarê Mêhranê hatiye hedefgirtin û 22 kes ji hêzên wan hatine kuştin.

Li gorî gotina Elî Nedirxanî, di êrişê de 21 kesên din jî birîndar bûne.

Baregeh wêran bûye

Elî Nedirxanî da zanîn ku ji ber êrişê baregeh wêran bûye û zerereke zêde gihiştiye avahiyên derdora baregeha leşkerî.

Amerîka û Îsraîlê ji doh ve dest bi êrişeke berfireh û hevpar a li ser 24 parêzgehên Îranê kiriye û êriş di roja duyem de didomin.

Di êrişan de gelek navendên hestiyar ên Îranê hatine îmhakirin û gelek berpirsên payebilind ên wî welatî hatine kuştin ku Rêberê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî jî di nav wan de ye.

Supaya Pasdaran a Îranê jî wekî bersiva wan êrişan, bi mûşekên balîstîk û dronan gelek êrişî baregehên Amerîkayê yên li welatên Kendavê û Îsraîlê kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst