Hewlêr (Rûdaw) - Saziyên herî krîtîk ên li Tehrana paytexta Îranê dibin hedef.
Medyaya fermî ya Îranê ragihand ku avahiya Wezareta Îstixbaratê ya li navenda Tehranê bi mûşekan hatiye lêdan.
Li gorî zanyariyên dawî yên medyaya dewletê, avahiya Wezareta Îstixbaratê ya li herêma Seyîd Xendanê ya Tehranê îşev bû hedefa êrişeke dijwar.
Avahiya wezaretê di nav agir de ye
Di dîmenên vîdeoyî yên dema êrişê de tê dîtin ku agir bi avahiya wezaretê ketiye û dûmaneke zêde li asman belav bûye.
Her çi qasî asta xisarê bi temamî ne diyar be jî hat ragihandin ku tîmên agirvemirandin û rizgarkirinê sewqî herêmê hatine kirin.
Li gelek xalên Tehranê teqîn
Bombebaran tenê bi Wezareta Îstixbaratê sînordar nema.
Hevwext êrişî gelek herêmên stratejîk ên bajêr hat kirin.
Li gorî çavkaniyên fermî, Cadeya Şerîetî û derdora Çerxerêya Zerrabxaneyê bi gelek mûşekan hatin lêdan.
Hat diyarkirin ku êriş li herêmên wekî Cenetabad, Niyaweran, Narmak û Emîrabadê zêde bûne.
Tespîtkirina zererê didome
Dengê teqînan li seranserê bajêr hat bihîstin û li deverên sivîlan tirs û xofeke mezin çêbû.
Rayedarên Îranê heta niha derbarê hejmara kuştî û birîndaran ti amarên fermî parve nekirine.
Artêşa Îsraîlê ragihandibû ku wan li asmanê Tehranê serweriya asmanî bi temamî bi dest xistiye û ew dê êrişên xwe yên li "navendên sînîrî yên rejîmê" bidomînin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse