Hewlêr (Rûdaw) - Supaya Pasdaran a Îranê ragihand ku wan bi mûşekên balîstik êrişî keştiya balefirhilgir a Abraham Lincolnê ya artêşa Amerîkayê kiriye.
"Derbên me yên bihêz derbasî qonaxeke nû bûne"
Supaya Pasdaran got, "Derbên bihêz ên hêzên çekdar ên Komara Îslamî yên li ser bedena westiyayî ya leşkerî ya dijmin, derbasî qonaxeke nû bûne û bejahî û derya dê ji berê bêhtir bibin goristana destdirêjkerên terorîst.
Lêdanên bihêz ên Hêzên Çekdar ên Komara Îslamî yên li laşê westiyayî yê leşkerî yê dijmin, derbasî qonaxeke nû bûye.
Erd û derya dê ji berê zêdetir bibin goristana destdirêjkerên terorîst."
Supaya Pasdaran her wiha amaje bi wê yekê kir ku ew dê di demjimêrên pêş de li ser vê êrişê zanyariyên zêdetir û hûrgiliyên nû belav bikin.
Amerîkayê heta niha derbarê keştiya xwe ya ti daxuyanî nedane.
Embara mûşekan a herî mezin a herêmê
Amerîka û Îsraîlê roja şemiyê çend carn êrişî Îranê kir û vê yekê Rojhilata Navîn ber bi qonaxeke nû ya milmilaniyê ve bir.
Serokê Amerîkayê Donald Trump dibêje ku ev êriş dê dawiyê li gefên ewlehiyê yên li ser welatê wî bînin.
Hevdem li gel êrişan, artêşa Îsraîlê ragihand ku Îranê hinek mûşek avêtine Îsraîlê.
Li gorî Ofîsa Birêvebirê Îstixbarata Niştimanî ya Amerîkayê, xwediyê embara mûşekên balîstîk a herî mezin a li tevahiya Rojhilata Navîn Îran e.
Menzîla mûşekên Îranê digihîje nêzîkî 2 hezar kîlometreyan.
Rayedarên Tehranê vê yekê ji bo parastina welatê xwe pêwîst dibînin û dibêjin ku dikarin bigihîjin kûrahiya Îsraîlê.
Piraniya pêgehên mûşekî yên Îranê li Tehran û derdora paytext in.
Her wiha herî kêm pênc "bajarên mûşekî" yên naskirî di bin erdê de hene ku li parêzgehên Kirmaşan û Semnanê û çend pêgehên din ên nêzîkî herêma Kendavê belav bûne.
Ew mûşekên ku digihîjin Îsraîlê
Li gorî Navenda Lêkolînên Stratejîk û Navneteweyî (CSIS), çend cureyên mûşekên balîstîk ên dûrmenzîl ên Îranê hene ku dikarin li Îsraîlê bixin.
Mûşekên Îranê yên herî diyar ev in:
- Secîl: 2 hezar kîlometreyan diçe.
- Îmad: Hezar û 700 kîlometreyan diçe.
- Qedr: 2 hezar kîlometreyan diçe.
- Şehab-3: Hezar û 300 kîlometreyan diçe.
- Xuremşar: 2 hezar kîlometreyan diçe.
- Hewêze: Hezar û 350 kîlometreyan diçe.
Ajansa fermî ya Îranê ÎSNAyê berê ragihandibû, mûşeka 'Secîl' dikare bi lezeke xeyalî ku di saetekê de 17 hezar kîlometre ye biçe û menzîla wê digihîje 2 hezar û 500 kîlometreyan.
Her wiha mûşeka 'Xeyber' bi menzîla 2 hezar kîlometreyan û mûşeka 'Hac Qasim' bi menzîla hezar û 400 kîlometreyan di rêza wan mûşekan de ne ku metirsî ne ji bo ser Îsraîlê.
Cureyên din ên cebilxaneya Îranê
Komeleya Kontrolkirina Çekan a li Washingtonê amaje pê dike ku çend cureyên din ên mûşekan ên Tehranê hene, ji wan:
- Şehab-1: Menzîla 300 kîlometreyî dibire.
- Zulfîqar: Menzîla 700 kîlometreyî dibire.
- Şehab-3: Menzîla 800 heta 1000 kîlometreyî dibire.
Îran niha li ser bipêşxistina mûşeka 'Îmad-1' kar dike ku menzîla wê 2 hezar kîlometre ye û nifşekî nû yê mûşeka 'Secîl' ku tê çaverêkirin menzîla wê di navbera 1500 û 2500 kîlometreyan de be.
"Me hinek mûşek hîn jî eşkere nekirine"
Şêwirmendê Fermandarê Giştî yê Supaya Pasdaran Îbrahîm Cebarî ragihand, "Pêwîst e Trump vê bizane, ji bo ku em çend salan bi we re şer bikin, îro amûrên me yên herî pêşketî hene."
Cebarî got, "Di destpêka şer de, em dê her tiştê kevn ê di embarên me de hebe bi kar bînin lê paşê em dê mûşekên xwe yên herî bihêz bavêjin.
Ew tiştê ku me heta niha eşkere nekiriye, wekî ku Îranî dibêjin, 'yên me xistine nav xêwokan', em dê van rojan wan jî eşkere bikin."
Eraqçî: Em ji bo parastina xwe ti sînoran nas nakin
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî ragihand, kuştina Rêberê Olî yê welatê wî "karekî gelekî metirsîdar û bê mînak e" û eşkere kir ku ji bo parastina xwe ti sînoran nas nakin.
Eraqçî her wiha got, "Me dest bi lêdana baregehên leşkerî yên Amerîkayê yên li herêmê kiriye."
Ebas Eraqçî îro diyar kir ku kuştina Rêberê Olî rûbirûbûnan aloztir û metirsîdartir dike û got:
"Ev binpêkirina eşkere ya yasayên navneteweyî ye û em di parastina xwe de ti sînor û astengan nas nakin."
Êrişên li ser baregehên Amerîkayê
Wezîrê Karên Derve yê Îranê amaje bi wê yekê kir ku hêzên wan ên çekdar dest bi lêdana baregehên leşkerî yên Amerîkayê yên li herêmê kiriye û ev jî bûye sedem ku Amerîka dest bi valakirina baregehên xwe bikin.
Eraqçî îdia kir ku ew êrişî cîranên xwe yên li welatên Kendavê nakin lê ew êrişî leşkerên Amerîkayê yên li wan welatan dikin û got:
"Nabe cîranên me çaverêya wê yekê ji me bikin ku em bibînin êriş ji axa wan ve li me tê kirin û em jî bêdeng bin."
"Em dizanin hinek cîranên me ji me hêrs bûne"
Eraqçî behsa wê yekê kir ku bi berdewamî bi hevtayên xwe yên li herêmê re di pêwendiyê de ye û dizane hinek ji wan ji vê rewşê hêrs bûne û got:
"Divê bizanin ev şerek e ku ji aliyê Amerîka û Îsraîlê ve li ser me hatiye sepandin.
Ez hêvî dikim cîranên me nerazîbûnên xwe bigihînin wan."
Wî destnîşan kir ku wan ji hêzên xwe yên çekdar xwestiye di dema lêdana armancan de, gelekî bi baldarî tevbigerin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse