Cihê kuştina Xamineyî kifş bû

3 demjimêr berê
Nîşan Elî Xamineyî Kuştin Cih
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Medyaya Îranê cihê kuştina Elî Xamineyî eşkere kir û ragihand ku ew di dema êrişê de li ofîsa xwe mijûlî karên xwe bûye.

Medyaya Îranê cihê kuştina Rêberê Olî yê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî eşkere kir.

Di nûçeyan de hat gotin, "Vê êrişê, sibeha şemiyê (28.02.2026) di demjimêrên destpêkê de rû daye."

Medyaya Îranê diyar kir, Îsraîlê berê gelek caran îdia dikir ku Rêberê Îranê "ji tirsa ku neyê kuştin li cihekî ewle û veşartî dijî."

Di daxuyaniyê de amaje bi "şerê derûnî yê Îsraîl û Amerîkayê" hat kirin û wiha hat gotin:

"Şehîdbûna wî isbat kir ku ew her tim di nav gel û li çepera berpirsyariyê de, bê tirs û bi wêrekî rawestiyaye."

Trump ragihandibû

Serokê Amerîkayê Donald Trump şeva şemiyê bi rêya hesabê xwe yê medyaya civakî kuştina Elî Xamineyî ragihandibû.

Trump diyar kiribû ku Xamineyî di encama êrişên asmanî de hatiye kuştin.

Hikûmeta Îranê çend demjimêran bi şûn de, berê sibeha yekşemê kuştina wî piştrast kir.

Li seranserê Îranê 40 roj şîn û 7 roj betlaneya fermî hat ragihandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst