Medyaya Îranê kuştina Şemxanî û Pakpûr piştrast kir

2 demjimêr berê
Nîşan Îsraîl Amerîka Elî Şemxanî Mihemed Pakpûr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Medyaya fermî ya Îranê ragihand ku Elî Şemxanî û Mihemed Pakpûr di êrişên Amerîka û Îsraîlê de hatine kuştin.

Şemxanî Şêwirmendê Bilind ê Rêberê Îranê bû û Pakpûr jî Fermandarê Giştî yê Supaya Pasdaran bû.

Medyaya fermî ya Îranê îro (1ê Adara 2026an) ragihand ku du berpirsên bilind ên Îranê hatine kuştin.

Li gorî nûçeyê, Şêwirmendê Bilind ê Rêberê Îranê Elî Şemxanî û Fermandarê Giştî yê Supaya Pasdaran Mihemed Pakpûr di encama êrişên asmanî yên Îsraîlê de hatine kuştin.

Amerîka û Îsraîlê ji doh ve êrişeke hevpar û berfireh bir ser 24 parêzgehên Îranê.

"Supaya Pasdaran bersiv da"

Piştî destpêkirina êrişan, Supaya Pasdaran a Îranê bi mûşekên balîstîk û dronan êrişî baregehên Amerîkayê yên li welatên Kendavê kir.

Her wiha hat diyarkirin ku Supaya Pasdaran çend armancên li nav Îsraîlê jî kirine hedef.

Mirina Xamineyî

Medyaya fermî ya Îranê ragihandibû ku Rêberê Îranê Elî Xamineyî jî di wan êrişan de hatiye kuştin.

Hikûmeta Îranê ji ber vê yekê 40 roj şîna giştî ragihand.

Her wiha hat eşkerekirin ku dê li seranserê welêt hefteyekê betlaneya fermî hebe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst